Li Lîmasolê meşa ‘Azadî ji bo Rêber Apo’ hate lidarxistin
Li Lîmasolê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Li Lîmasolê Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Kurdistanî û dostên wan ên li Qibrisê dijîn, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lîmasolê meş û mîtîng lidar xistin.
Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê girse li ber Navenda Çanda Kurd a Teofîlos hat ba hev û meşiyan.
Kurdistaniyan pankarta “Azadî ji bo Abdullah Ocalan”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û flama hildan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Faşîst Tirkiye”, “Dîktator Erdogan” û “Bimre xiyanet” hatin berzkirin. Meş hetanî Şaredariya Lîmasolê dewam kir. Li vir ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin û meş veguherî mîtîngê.
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê Fatma Dogan û siyasetmedar Lezgîn Serhat axivîn. Fatma Dogan diyar kir ku sazî û rayedarên navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştgiriyê didin polîtîkaya qirkirinê. Lezgîn Serhat jî wiha got: “Îsal wê bibe sala azadiya Rêber Apo. Azadiya Rêber Apo azadiya Kurdistanê ye.”