Dadgeha Qibrisê biryara radestkirina Ayaz da
Di doza siyasetmedarê kurd Kenan Ayaz de yê ku li Qibrisê hatibû girtin, biryar hate dayîn ku wî radestî Elmanyayê bikin. Wê îtîrazî biryararê were kirin.
Di doza siyasetmedarê kurd Kenan Ayaz de yê ku li Qibrisê hatibû girtin, biryar hate dayîn ku wî radestî Elmanyayê bikin. Wê îtîrazî biryararê were kirin.
Kenan Ayaz di 15’ê Adarê de dema ku dixwest ji balafirgeha Larnaka biçe serdana malbata xwe ya li Swêdê, ji aliyê polîsên Qibrisê ve hatibû destgîrkirin. Ayaz ji ber biryara girtinê û teslîmî Elmanyayê were kirin, hatibû destgîrkirin.
Di rûniştina li Larnakayê de parêzerê Ayaz Efstatîos Elstation bertek nîşan da ku di tevahiya dozê de "pêvajoyeke nehiqûqî" pêk hatiye û got, "Kenan Ayaz xwediyê nasnameya siyasî ye."
Elstation anî ziman ku Qibrisê li ser vê yekê daxwaza wî ya penaberiya siyasî qebûl kiriye û got, “Niha xwediyê statuya penaberiya siyasî ye. Heker dadgeh biryara radestkirina wî ya ji bo Elmanyayê bipejirîne, wê daxwaza penaberiyê jî betal bike.
Profesorê Hiqûqê ku ji Belçîkayê ji bo doza Ayaz hat, li pêşberî dadgehê jî destnîşan kir ku PKK ne ‘rêxistineke terorîst’ e.
Li aliyê din Kenan Ayaz behsa têkiliyên dîrokî yên Elmanya û dewleta Tirk a faşîst kir û got, "Elmanya destekê dide qirkirina ku tê xwestin li ser gelê Kurd bê kirin."
Dadgeha Larnakayê biryar da ku Ayaz radestî Almanyayê neyê kirin, rê li Dadgeha Bilind vekir.
Parêzerê siyasetmedar Ayaz diyar kir ku 3 rojan mafê îtîrazê heye û ew ê îtîraz bikin. Dadgeha Bilind jî divê di nava 10 rojan de biryarê bide.