KON-MED: Em bi hev re li ber krîmînalîzasyonê rabin!

KON-MED'ê serdegirtina polîsan a li NCDK a Darmstadtê şermezar kir û li dijî polîtîkayên krîmînalîzasyonê bang kir ku her kes beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya roja Pêncşemê (îro) saet di 18:00 a li ber NCDK a Darmstadtê bibin.

Hevserokatiya Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanyayê (KON-MED), serdegirtina polîsan a li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Darmstadtê şermezar kir û ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re bang li her kesî kir ku li ber NCDK'ê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya îro bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em serdegirtina polîsan a li NCDK a Darmstadtê qebûl nakin. Em êrîşên li ser saziyên Kurdan û destgîrkirina siyasetmedarên Kurd bi tundî şermezar dikin. Li her devera ku em lê ne li dijî van êrîşan em ê têkoşîna xwe ya mafdar dewam bikin. Em ê polîtîkayên şerê qirêj ên dewleta Elmanyayê ya bi dewleta Tirk a faşîst re her tim raxin pêş çavan.

Sibeha Çarşemê polîsên Elman li bajarê Darmstadtê êrîş birin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û malên Kurdistaniyên welatparêz û êrîşî hemû nirxên demokratîk kirin.

Bi navê rêxistina sîwanî ya saziyên Kurd ên li Elmanyayê (KON-MED) em van serdegirtinan û destgîrkirina hevserokên berê yên Federasyona FCDK Kawa û rêveberên NCDK a Mannheîmê şermezar dikin.

NCDK ÎRADEYA GELÊ KURD E

Bi rêya van serdegirtinan hikumeta Elman mafê siyasetê yê gelê Kurd krîmînalîze dike. Navendên Civaka Kurd îradeya bi milyonan Kurdên li Elmanyayê ne, lewma em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Krîmînalîzekirina mafê rêxistinbûnê yê demokratîk divê ji aliyê raya giştî ya Elman a demokratîk ve neyê qebûlkirin.

ZERARÊ DIDE DEMOKRASIYA ELMANYAYÊ

Êrîşên terorê yên zordar ên delweta Tirk a faşîst li tevahiya Tirkiyeyê li ser gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, HDP'ê, şaredar, wekîl û hemû siyasetmedarên demokrat dewam dikin. Beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê heman helwest ji aliyê hikumeta Elmanyayê ve li hemberî gelê Kurd tê kirin, ku ev yek nayê qebûlkirin. Serdegirtinên li saziyên me nîşan dide ku hikumeta Elmanyayê hîn jî piştgiriyê dide rejîma faşîst a Erdogan.

Êrîşên bi vî rengî yên li hemberî gelê Kurd û saziyên wan zerareke mezin didin demokrasiya Elmanyayê. Zext wê gelê Kurd ji têkoşîna azadî û demokrasiyê dûr nexîne.

Mîna her carê em banga xwe ya li hikumeta Elmanyayê dubare dikin. Dest ji van polîtîkayên xwe yên li dijî gelê Kurd berde. Têkiliya qirêj a bi dewleta Tirk a faşîst re biqedîne."

Di dawiya daxuyaniyê de bang hate kirin ku bi hev re li ber polîtîkayên qedexekar û krîmînalîzasyonê rabin.