Li Melbournê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin
Li bajarê Melbournê yê Awûstralyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Melbournê yê Awûstralyayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.
Di çalakiya ku di bin baranê de pêk hat de azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
Nûnerê KNK'ê Heval Herkî ku di çalakiyê de axaftinek kir, bal kişand ser komploya navneteweyî ya ku di sala 1999'an de di encama dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd de pêk hat û got, "Em roja reş a Kurdan li hemû cîhanê protesto dikin."
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.