Di doza Enternasyonalîstê Swîsreyî de biryara beraatê hat dayîn
Di doza enternasyonalîstê ku di sala 2015’an de ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ji Swîsreyê çûbû Rojava, biryara beraatê hat dayîn.
Di doza enternasyonalîstê ku di sala 2015’an de ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ji Swîsreyê çûbû Rojava, biryara beraatê hat dayîn.
Di doza ku derbarê enternasyonalîstekî Swîsreyî bi îdiaya “Xerakirina parastina welêt” ji aliyê Wezareya Parastinê ya Swîsreyê hatibû vekirin de biryar hat dayîn.
Doz li Dadgeha Leşkerî ya Sîone hate dîtin. Beriya dozê komên enternasyonalîst ên Tora Piştevaniyê û Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) li Park de la Planta mîtîng li dar xistin.
Ji aliyê Secours Rouge, FAU (Sendîkaya Karkeren Înşaatê) û CDK-S’ê ve daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku ev darizandin te wateya hevkariya Swîreyê ya bi Tirkiyeyê re û banga bilindkirina têkoşîna enternasyonalîst hat kirin.
Parêzer Husnu Yilmaz der barê rûniştina dozê ji ANF’ê re axivî û wiha got: “Em li benda beraata muwekîlê xwe bûn. Ev doz li gel nebûna delîlan hat vekirin. Muwekîlê min li gorî biryara hiqûqa mirovî û navneteweyî, beraat kir.”