Li Londonê meşa ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’
Li Londonê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hate lidarxistin. Di meşê de ev peyam hate dayîn: “Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya gelên Rojhilata Navîn e.”
Li Londonê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek girseyî hate lidarxistin. Di meşê de ev peyam hate dayîn: “Azadiya Abdullah Ocalan, azadiya gelên Rojhilata Navîn e.”
Bi banga Meclîsa Gelê Kurd a Londonê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi sedan kes li ber Harîngey Cîvîc Centreyê hatin ba hev.
Komelya Çanda Karkerên Koçber (Gîk-Der) û komên enternasyonal piştgirî dan meşê. Merasîm ji bo bîranîna şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Kujer Erdogan kujer AKP”, “PKK gel e, gel li vir e” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Girseya ku li ber Cîvîc Centreyê hatin ba hev, li vir bi awayê kortejê bi pankarta “Azadî ji bo Abdullah Ocalan” meşiya. Di meşê de belavok hatin belavkirin û ji derdor eleqeyek zêde nîşanî çalakvanan hate dayîn. Li derdora Stasyona Tûrnpîkeyê girseyê bertekek tund nîşanî hewldanek a provokasyonê da. Polîsan provokator dûr xist.
Meş li avahiya KCC a li Harîngeyê bi dawî bû. Li vir ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akban axivî. Akbal anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin û got: “Heta ku Rêber Apo azad nebe, gelên Rojhilata Navîn azad nabin. Gelên Kurdistanê ev sal weke sala azadiya Rêber Apo îlan kir. Di Newrozê de bi milyonan bi dirûşmeya “Em ê tecrîdê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” hatin ba hev. Em ê hesabê ji vê rejîma faşîst bipirsin. Em di 14’ê Gulanê de li dijî vê rejîma faşîst, li derdora Partiya Çepên Kesk kom bibin û em ê teqez vê rejîmê têk bibin.”
Merasîm bi çepk û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.