Li eyaleta NRW’ê xebatên ji bo meşa Dusseldorfê didomin
FED-MED’ê ji bo bi rêxistinkirina meşa 15’ê Nîsanê ya Dusseldorfê, li hemû parêzgehên eyaleta NRW’ê serdana mal û esnafan dike.
FED-MED’ê ji bo bi rêxistinkirina meşa 15’ê Nîsanê ya Dusseldorfê, li hemû parêzgehên eyaleta NRW’ê serdana mal û esnafan dike.
Amadekariyên meş û mîtînga Dusseldorfê ku 15’ê Nîsanê bi pêşengtiya Yêkîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropa û Platforma Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê bê lidarxistin, dewam dike.
Di çarçoveya xebatên ku ji aliyê FED-MED û gelek saziyên Kurdan ve tê rêvebirin de li hemû parêzgehên eyaleta NRW'ê ya Elmanyayê serdana mal û esnafan tê kirin. Ciwan jî ji bo balê bikşînin ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan li kolan û navendên qerebalix ên parêzgehên eyaleta NRW’ê wêneyên Abdulah Ocalan li ser dîwar û cihên diyar daliqandin.
Endamên federasyonê û ciwan, di heman demê de broşurên ku balê dikêşîne li ser tecrîda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, belav dikin.