Li Stockholmê ji bo azadiya Abdullah Ocalan mîtîng hate lidarxistin

Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn, li pêşiya parlementoya Swêdê li meydana Mynttorget bi mitîngeke girseyî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Li paytexta Swêd Stokholmê li ber parlamentoya Swêdê li meydana Mynttorget, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîng hate lidarxistin.

Mîtîng bi deqeyel rêzgirtinê destpê kir. Bi kurdî axaftin hatin kirin û her wiha bi zimanê Swêdî jî daxuyanî hatin xwendin. Li ser navê meclîsa Amarayê Rûken axivî û wiha got: “Ev 24 salin Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de li girava Îmraliyê dîl tê girtin. Bi ti awayî nahêlin ku mafên xwe yên mirovî bikar bîne û bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin bike. Em bang li tevayî raya giştî ya cîhanê dikin ku eger li cîhanê mafê mirovan hebe, em dixwazin ku ji bo Rêber Apo jî ev hebe. Ji ber ku di çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd û Rojhilata Navîn de xwedî bandorî û nêrîneke pir mezin û gerdûnî ye. Cîhan çavên xwe ji binpêkirina mafê mirovan ya ji hêla dewleta Tirk faşîst ve girtiye.”

Çalakiya ku danê nîvro seet 14:00'an destpêkiribû, saetekî dom kir. Gelek alên PKK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Azadî ji bo Ocalan” û “Teror stamp li Erdoxan” bi dawî bû.