Bi deh hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi deh hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropa û Platforma Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar dixin. Gel di saetên serê sibê de ji herêmên cuda yên Elmanya û Ewropayê hatin û li ber DGB-Hausê kom bûn.

Gelê Kurdistanê û dostên wan wê mîtîngê pêk bînin. Mitîng wê li Rheînparkê bê lidarxistin. Di meşa ku ber bi qada mîtîngê ve dest pê kir de, pankarta bi zimanê Elmanî "Ji Ocalan re Azadî" hate vekirin. Di meşa ku jin li pêş cih digirin de pankartên “Free Ocalan” hatin hildan û dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok Jiyan Nabe', 'Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav' hatin berzkirin.