KCDK-E Çarşema Sor pîroz kir
KCDK-E bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir.
KCDK-E bi daxuyaniyeke nivîskî Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir.
Peyama KCDK-E’ê wiha ye:
“Li erdîngariya Rojhilata Navîn di dîrokê de gelek cejnên pîroz ên gel û baweriyên cuda heye. Yek ji wan jî Cejna Çarşema Sor e ku ji aliyê civaka Êzidî ve tê pîrozkirin.
Cejna Çarşema Sor ku piştî 18’ê Nîsanê roja Çarşema ewil tê pîrozkirin, roja aştî, xûşk û biratiyê ye.
Tayên kesk, sor û zer ku jiyanê temsîl dike, tên girêdan. Ev li gorî baweriya Çarşema Sor aştî û jiyanê temsîl dike. Tê bawer kirin ku aştî û bereketê bi xwe re tîne. Di Çarşema Sor de rijandina xwînê guneh e.
Civaka Êzidî di pêvajoyeke zehmet de ye. Bi hevkariya Tirkiye-PDK û Iraqê qirkirin li Êzidiyan tê ferzkirin. Di pêvajoya heyî de li hemberî Êzidiyan êrîşên îmha û xiyanetê tê berdewam kirin. Konsepta îmha û înkarê ku li hemberî gelê Kurd hatiye destpêkirin, ji bo qirkirina civaka Êzidî jî tê bikaranîn û hêzên navneteweyî li hemberî vê qirkirinê bêdeng dimînin.
Em KCDK-E’ê hêvî dikin ku Kurdên Êzidî ku ji civakên qedîm ên Rojhilata Navîn e, bawerî, nasname û cejnên xwe bi awayek azad bijî.
Li hemberî êrîşa dagirkerî û îmhayê ku ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatiye destpêkirin û êrîşa xiyanetê ku bi hevkariya PDK’ê tê kirin, parastina tevahiya Kurdistanê û bi taybet Şengalê erka me ya sereke ye.
Em hêvî dikin ku Çarşema Sor di rojên şahî û aştiyê de li Kurdistana azad û li Şengala bi statu were pîrozkirin.
Çarşema Sor di serî de li gelê Êzidî û tevahî mirovahiyê pîroz be.”