Fermandar Fazil Botan li Marsîlyayê hate bîranîn
Kurdistaniyên li Marsîlyayê Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Fazil Botan bi bîr anîn û banga tevlîbûna Meşa Mezin a 16'ê Nîsanê ya Rêbertiyê hat kirin.
Kurdistaniyên li Marsîlyayê Endamê Konseya Fermandariya HPG'ê Fazil Botan bi bîr anîn û banga tevlîbûna Meşa Mezin a 16'ê Nîsanê ya Rêbertiyê hat kirin.
Li Marsîlyayê ji bo Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Fazil Botan (Ahmet Şeker) û Şehîdên Şoreşa Kurdistanê merasîmek hate lidarxistin.
Li Marsîlyayê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (NCDK), Komîsyona Malbatên Şehîdan û Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve bernameya bîranînê hate lidarxistin. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê di şexsê şehîd Fazil Botan de dest pê kir. Her wiha sînevîzyona li ser têkoşîna Şehîd Botan hate temaşekirin. Piştî sînevîzyonê Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axaftinek kir.
‘KURD BI SAYA ŞEHÎDAN BÛNE XALA SEREKE YÊ GUHERTINÊ’
Kartal di destpêka axaftina xwe de şehîd Botan û hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî û bal kişand ser destkeftiyên ku bi têkoşîna şehîd Botan hatine bidestxistin. Kartal got, “Bi têkoşîna Şehîd Fazil û fedaiyên leheng ên Kurdistanê re, îro Kurd li ku derê lê bin, xwedî gotin in û dibin mijara guhertinê. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê hewl dide îro destkeftiyên van kesayetên leheng tine bike. Zêdeyî du sal in tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Bi tecrîda girankirî re tê xwestin ku vîna gelê Kurd û Rêber Apo were şikandin."
‘EV HILBIJARTIN NE JI RÊZÊ YE’
Kartal her wiha ev tişt anî ziman, "Li pêşiya me hilbijartineke dîrokî heye, hilbijartineke ku dê hemû rêbazan biguherîne. Divê gelê me weke hilbijartineke asayî nêzî vê hilbijartinê nebe. Di vê hilbijartinê de çiqasî em partiya xwe xurt bikin, ji bo şikandina tecrîdê û bidawîkirina êrîşên kîmyewî, wê ewqas hêsantir bibe. Divê gelê me bi ruhê xwedîderketina gerîla û Rêbertî nêzî vê hilbijartinê bibe. Em ê vê bloka faşîst têk bibin û serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê nîşanî hemû Kurdistan û Tirkiyeyê bidin. "
Di axaftinê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Gerîla” li salonê hatin berzkirin.
Di heman demê de ji bo Meşa Mezin a Rêbertiyê ya ku wê di 16’ê Nîsanê de bê lidarxistin bang hate kirin û belavok hatin belavkirin.
Agahiyên meşê wiha ne:
"Yekşem, 16’ê Nîsanê, 2023
saet 13.00
Qada Canebiere Marsîlya."