Li Viyaneyê meşa li dijî tecrîdê

Li paytext Viyaneyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Li paytexta Awusturya Viyanayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Meş li Christian-Broda-Platz’da (Westbahnhof) dest pê kir û heta navenda FEY-KOM’ê berdewam kir. Li vir li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Jinan a Avestayê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hate bi bîr xistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî dewleta Tirk hat kirin û gotin: “2 sal in tu agahî jê nayê girtin. Li gel ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê gelek caran şert û mercên girtîgehê şermezar kir jî ti guhertin çênebû. Azadiya Rêbertiyê wê rê li ber çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn veke. “

Meş bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.