Şehîd Koçber Dogan li Wînterthûrê hate bîranîn

Gerîlayê HPG’ê Koçer Dogan (Mehmet Salih Erdal) ku 7’ê Adarê di êrîşa dewleta Tirk de li qada Girê FM a Metînayê şehîd bû, li bajarê Wîntherthûrê hate bîranîn.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wîntherthûrê (CDK-S) Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ji bo şehîd Koçer Dogan (Mehmet Salih Erdal) merasîma bîranînê lidar xist. Malbat û xizmên şehîd Koçer Dogan, Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Bîranîn di şexsê şehîd Koçer Dogan de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Îbrahîm Guner li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wîntherthûrê axivî. Guner şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û sersaxî ji malbat û xizmên şehîd re xwest.

Xizmên şehîd Koçer Dogan jî ev tişt gotin: “Şehîd ne tenê şehîdê me, ya me hemûyan e.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî sersaxî ji malbata şehîd û gel re xwest û girse silav kir. Aydar ev tişt bilêv kir: “Bila serê gelê me sax be, ev ne şehîdê me yê yekem û ne jî yê dawî ye. Ne şehîd yekem ê malbatê ye jî. Ez malbat û Heval Dogan nas dikim. Em li gel hev mane. Weke malbatek welatparêz ew jî ji destpêka têkoşînê û vir ve cihê xwe girtine û berdêl dayîne.

Aydar qala sala 100’emîn a Peymana Lozanê kir û wiha pêde çû: “Sala 2023’an salekî girîng e. Sala 100’emîn a Peymana Lozanê ye. Beriya niha 100 salan, dewletên navneteweyî li vî welatî kom bûn, konferansek lidar xistin û derbarê me, axa me, welatê me axivîn û li ser navê me axivîn. Lê em ne li wir bûn. Bêyî me biryar girtin û peyman îmze kirin. Welatê me li ser navê dijminên me hate tapûkirin û parçekirin. Gotin hûn çi dixwazin, bikin. Sed sal li ser derbas bûn. Têkoşîna me jî didome. Çi dibe bila bibe, em ê serkevin. Dijminên me çi dikin bila bikin, em ê serkevin.”

Piştre bîranîn bi temaşekirina sînevîzyonê dewam kir û bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.