Sosyolojiya Azadiyê li Mîlanoyê hate nasandin

Pirtûka 'Sosyolojiya Azadiyê' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mîlanoyê hate nasandin.

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê bergê sêyemîn ê pirtûka 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 'Sosyolojiya Azadiyê' (SOCIOLOGIA DELLA LIBERTA) bi rengekî girseyî hate nasandin.

Di destpêka civîna danasînê de Edîtorê Pûnto Rosso û wergêrê pirtûkê Roberto Mapellî axivî. Her wiha Nûnerên Komîteya Kurd a Îtalyayê û Rete Jin (Tevna Piştevaniyê ya Jinên Kurd) axivîn.

Nivîskar John Holloway jî bi rêya onlîne ji Meksîkayê tevlî civînê bû û li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan û pirtûka wî nirxandin kir.

Qisekeran destnîşan kirin ku fikrên Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest hêviya rizgariyê ye û destnîşan kirin ku ji bo sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bê bidawîkirin divê têkoşîn bê mezinkirin.

Di civînê de stranbêjên Kurd û Îtalyayî hunera xwe pêşkêş kirin.