Li Marîgnaneyê civîna hilbijartinê
Li Marîgnaneyê li ser hilbijartinê civînek hate lidarxistin Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li civînê axivî û got, "Divê gelê me bi ruhê xwedîderketina li gerîla û Rêbertî nêzî vê hilbijartinê bibe."
Li Marîgnaneyê li ser hilbijartinê civînek hate lidarxistin Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li civînê axivî û got, "Divê gelê me bi ruhê xwedîderketina li gerîla û Rêbertî nêzî vê hilbijartinê bibe."
Li Başûrê Fransayê, karên ji bo hilbijartinê bênavber dewam dikin. Karên hilbijartinê yên pêr li Marsîlya û Bordeaûxê hatin kirin, doh jî li Marîgnaneyê dewam kirin.
Di civînê de ku li salona şaredariyê ya Marîgnaneyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir, bi axaftina Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal dewam kir.
Kartal got, "Çi ji destê kê tê divê di vê pêvajoyê de bike. Li Kurdistanê, li vê derê bi rêya telefonê jî be divê karê birêxistinkirinê bike. Divê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi dawî bibe. Divê em li her derê kar mezin bikin û bersivê bidin."
Kartal bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Hilbijartina vê carê hilbijartineke dîrokî ye, hilbijartineke ku hemû rêveçûnê dikare biguherîne. Divê gelê me weke hilbijartineke ji rêzê nêzîk nebe. Di vê hilbijartinê de em çiqasî bi xurtî xwedî li partiya xwe derkevin wê şikandina tecrîdê û bidawîkirina êrîşên kîmyewî jî hêsan bibe. Gelê me divê bi ruhê xwedîderketina li gerîla û Rêbertî nêzî vê hilbijartinê bibe. Em ê vê bloka faşîst têk bibin û serketina Tifaqa Ked û Azadiyê misoger bikin."
Civîn bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.