ROJANE
Hemû Nûçe
-
HBDH’ê li Amedê hemwext çalakî kirin
Komîteya HBDH Kurdistan li 3 herêmên cuda yên Amedê hemwext çalakî kirin. Komîteyê bang kir ku xwedî li gerîla û berxwedêrên zindanan bê derketin. -
KESK'ê li gelek bajaran êrîşên ser SES'ê şermezar kir
Platforma Şûbeyên KESK'ê destgîrkirina rêveberên SES'ê şermezar kir -
Jinên Tîrêjên Rojê li gardiyanan xistin
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li gelek bajaran çalakî li dar xistine. -
Ekîba Çatli çima û çawa Theofîlos kuşt?
Dewleta Tirk beriya ku li bakurê Qibrisê Kutlu Adali bikuje bi du salan li başûrê Qibrisê Theofîlos Georgîadîs dikuje. Georgîadîs kî bû û çima hate kuştin? -
768 parêzer: Divê Abdullah Ocalan karibe parêzerên xwe bibîne -NÛ BÛ
768 parêzer û hiqûqnasan diyar kirin ku bicihanîna daxwaza hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi parêzeran re, şertekî dewleta hiqûqê ye û dest bi kampanya îmzeyan kirin. Parêzeran gotin, "Daxwaza bicihanîna hiqûqê maf û wezîfeya welatîbûnê ye." -
ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Girtiyê giran nexweş ê 83 salî bi yataxê razanê yê nexweşxaneyê ve kelepçe kirin
Girtiyê giran nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, ê ji ber giranbûna rewşa wî rakirbûn nexweşxaneyê bi yataxê razanê yê nexweşxaneyê ve kelepçe kirin. -
HDP’ê hilbijartina HSK’ê protesto kir, ji Desteya Giştî veqetiyan
HDP’ê hilbijartina HSK’ê protesto kirin, Destaya Giştî ya Meclîsê jî terikand. -
Kedkarên tenduristiyê operasyonên destgîrkirinê protesto kirin
Li gelek bajaran operasyonên li dijî encam û rêveberên SES’ê hatin protestokirin. -
Bûldan: Têkiliya mafya û dewletê xwe dispêre dijminatiya li hemberî Kurdan
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku têkiliya dewlet û mafyayê xwe dispêre dijminatiya li hemberî Kurdan. Bûldan qala rojeva hilbijartinê kir û bal kişand ser tifaqa civakî. -
Li Îranê 7 namzet wê karibin tevlî hilbijartinên serokkomariyê bibin
Li Îranê, ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên ku meha Hezîranê bê lidarxistin, destûr ji 7 namzetan re hate dayin ku karibin tevlî bibin. -
Şaredarê berê yê Êlihê Ozdemîr hate destgîrkirin
Polîsên Tirk şaredarê berê yê Êlihê Sabrî Ozdemîr li Antalyayê destgîr kir. -
7 partiyên siyasî: Em li hemberî vê tifaqa qirêj seferber bibin!
HDP, EMEP, Halkevlerî, Partiya Çep, TÎP, TKP û TOP’ê derbarê têkiliya mafya û dewletê daxuyanî da û got “Bi rizgarbûna ji vê tifaqa qirêj, ji bo welatekî ku mirov dikare lê bijî em bang li hemû kesan dikin ku bila sefer bibin û têbikoşin.” -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Lezgîn Tekay hate destgîrkirin
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Lezgîn Tekay, li Enqereyê ji aliyê polîsên Tirk ve hate destgîrkirin. -
Operasyona qirkirina siyasî: Gelek endamên SES'ê hatin destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî de ya li dijî SES'ê, Hevseroka Giştî Selma Atabey jî di nav de gelek endamên SES'ê hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'Ê
Çend ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. -
Girtiyê giran nexweş ê 83 salî carekî din rakirin nexweşxaneyê
Girtî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê pir giran e, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, li ser xirabûna rewşa wî dîsa rakirin nexweşxaneyê. -
HBDH li Amedê li dijî navenda TEDAŞ’ê çalakî kir
HBDH’ê li navçeya Bilmil a Amedê li dijî navenda belavkariyê ya TEDAŞ’ê çalakiye kir. -
Malbatan ji bo gerîlayên li Amedê şehîd bûne nimûneya xwînê dan
Malbatan ji bo 6 gerîlayên di êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a li navçeya Lice ya Amedê de şehîd bûbûn, ji bo testa DNA nimûneya xwînê da. -
Însiyatîfa Zarokên Êgir li şeş bajaran gelek cih şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li şeş bajaran gelek cih şewitandine. -
Milîsên HBDH’ê li şebekeya belavkirina sereke gaza xwezayî da
Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê ragihand ku wan li ser rêya Amed-Mêrdînê bi sabotajê li şebekeya belavkirina sereke gaza xwezayî dane. -
Ozturk: Tekane çareserî azadiya rêzdar Ocalan e
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku bi kûrbûna tecrîda Îmraliyê re têkiliya dewlet û mafyayê jî zêde dibe û got “Ji xeynî azadiya rêzdar Ocalan tu çareserî tune.” -
Destûr nehat dayîn ku parêzer biçin serdana kesên li Edeneyê hatibûn destgîrkirin
Têkildarî 20 kesên di operasyona qirkirina siyasî ya li Edeneyê de hatibûn destgîrkirin, biryar hatiye dayîn ku wê parêzer nikaribin biçin serdana wan. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan parêzeran serî li serdozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li serdozgeriyê dan.