Girtiyê giran nexweş ê 83 salî carekî din rakirin nexweşxaneyê
Girtî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê pir giran e, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, li ser xirabûna rewşa wî dîsa rakirin nexweşxaneyê.
Girtî Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê pir giran e, li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, li ser xirabûna rewşa wî dîsa rakirin nexweşxaneyê.
Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, ji ber ku rewşa wî nebaş bû, di 17,18-19 û 20’ê Gulanê de, 4 caran rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Di 20’ê Gulanê de, ji ber ku rewşa tenduristiya Ozkan ne baş bû, biryara razanê ji bo wî hatibû dayîn. Ozkan ji ber ku tedawiya bi kelepçeyê red dike, wî cardin paşve dibin girtîgehê.
Ozlam ê 25 salin girtiye û rewşa tenduristiya wî nebaş bû, îro cardin rakirin Nexweşxaneya Gazî Yaşargilê.
Keça Ozkan Semra Ozkan, bal kişand ser rewşa bavê xwe û wiha bertek nîşanî xemsariya rayedaran da: “Me îro derbarê rewşa tenduristiya bavê xwe de li girtîgehê geriya. Ji me re gotin wê cardin rakin nexweşxanê. Niha bavê min li nexweşxaneyê ye. Di encama testên girtine de, wê derbarê bavê min, biryara ku li nexweşxanê bila raze yan na wê bidin. Bavê min bi kursiyê biteker anîn nexweşxaneyê. Rewşa bavê min pir giran bûye. Dema min bavê xwe dît, ez pir êşiyam. Ji ber vê nîqaş di navbera min û leşkeran de derket. Leşkeran ji ber vê girtek girtin. Destûr nedan ku ez nêzî bavê xwe bibim.”
Ozkan piştî lêkolînên li nexweşxaneyê, cardin paşve birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.