Derbarê têkiliya dewlet û mafyayê ya ku di demên dawîn de derket holê HDP, EMEP, Halkevlerî, Partiya Çep, TÎP, TKP û TOP’ê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
‘SÛCÊN WAN DERKET HOLÊ’
Di daxuyaniya hevpar de ev tişt derket holê:
“Gelên Tirkiyeyê careke din dibin şahid ku sûcên hatine kirin, derdikeve holê. Ji ber nakokiyên berjewendiyên wan ev sûcên li dijî gelên Tirkiyeyê hatiye kirin, sûcên wekî nelirêtî, bazirganiya tiryakê, cînayetên kujerên wan diyar yek bi yek îfşa dibin.
Ji cînayetên siyasî heta torên bazirganiya tiryakê û bazirganiyên qirêj, îfşayên derbarê çerxên nelirêtiyê yên ku hejmara wê gelekî zêde ye, ji derewên hemberî van îfşayan heta bêdengiyê, li hemberî me rêxistineke mezin a sûc heye.
Li Tirkiyeyê tasfiyekirina demokrasî û azadiyê, çaresernekirina doza Kurdan, sûcên ku çeteyên berjewendîperest kirine, talana xwezayê, şîddeta li ser jinan, tacîz, tecawiz, nelirêtî û bertîl ji bo rêveberên van welatan êdî ne îstîsna ye, bûye wekî qanûnan.
Kesên ji bo ku berjewendiyên xwe yên siyasî nijadperestiyê ji xwe re dikin maske, dixwazin keda kedkaran û dahatûya gelan desteser bikin.
DARAZA TIRK PERGALA TALAN, MIRIN Û DESTESERKIRINÊ DIPARÊZE
Ev tifaqên qirêj, talan, mirin û pergala desteserkirinê ji aliyê pergala hiqûqê ya girêdayî desthilatdariyê tê parastin. Heta ku pergala civakî neguhere wê gelên Tirkiyeyê nikaribe bi aramî bijî.
Têkoşîna li hemberî vê tifaqê, nanê ji bo kedkaran, jiyana ji bo jinan û dahatûya ji bo ciwanan, tê wateya têkoşîna jiyanê ya ku Kurd û Elewî jî bikaribin bi mafên wekhev bijîn.
Têkoşîna li hemberî desthilatdariya çete, tarîkat, diz û talankeran ne bi tenê ji bo demên borî û niha, tê wateya xwedîlêderketina dahatûya me jî.
Em hêzên ku piştgiriyê didin hemû kesên kedkar, karker, hejar û bindestan bang dikin ku em li hemberî vê tifaqa qirêj têbikoşin. Hemû sûcên li dijî gelan hatiye kirin, divê tevî hemû kiryaran derkeve holê, hemû têkiliyên qirêj ê di navbera siyaset, mafya û sermayeyê derkeve holê û divê berpirs li hemberî gel hesap bidin.
Desthilatdariya ku serweriya xwe li ser mekanîzmaya zext, teror û nelirêtiyê ava kiriye, em dizanin ku wê bixweber hesabê van sûcan nede. Çîna karkeran a Tirkiyeyê, kedkar û gel heke em bi hêzeke rêxistinkirî hesap nepirsin û berpirs ceza nexwin wê çerxa desthilatdariyê ji nav vê heriyê derkeve.
EM SEFERBER BIBIN
Li hemberî vê talana ku darazê çavê xwe jê re girtiye, ji bo ku îtîraza civakî derkeve holê, têkoşîn were geşkirin û hemû rastî derkevin holê, em bang li hemû partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku divê em dengê xwe bilind bikin û îtîraza xwe geştir bikin. Bi rizgarbûna ji vê tifaqa qirêj, ji bo welatekî ku mirov dikare lê bijî em bang li hemû kesan dikin ku bila sefer bibin û têbikoşin.”