ROJEVA 26'Ê GULANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger ên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin, wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê wê bên şopandin.
782 parêzer û hiqûqnasan diyar kirin ku bicihanîna daxwaza hevdîtinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran re, şertekî dewleta hiqûqê ye û dest bi kampanya îmzeyan kirin. Parêzeran gotin, "Daxwaza bicihanîna hiqûqê maf û wezîfeya welatîbûnê ye."
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê wê were şopandin ku ji aliyê TJK-E û KCDK-E'yê ve bi dirûşma 'Li dijî dagirkerî û qirkeriyê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem dema azadiyê ye' tê lidarxistin.
Komîteya Navendî ya PKK'ê li ser salvegera şehadeta Qasim Engîn daxuyaniyek da û got, "Hevrê Qasim Engîn bû xelekek bingehîn a xeta lehengiyê ya Apoyî ku bi Hakiyan dest pê kir, bi Mazlûm, Hayrî, Kemal û Sarayan dewam kir û bi Zîlanan gihîşt asta herî bilind."
Umît Dede yê HDP'î bal kişand ser îdîayên Soylû ku digot, ji dema hatiye ser wezîfeyê û vir ve êşkence li kesî nehatiye kirin û got, "Dema ku 2 gundî ji helîkopterê hatin avêtin, gelo Soylû ne Wezîrê Karên Hundir bû?"
Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Mistefa Nebo, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa rexne kir ku li gel naskirina qirkirina Şengalê, li pêşberî siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a li Rojava bêdeng in.
Dewleta Tirk a dagirker ku êrişî Başûrê Kurdistanê dike, doh serê sibehê bombe li gundê Mîska yê li bajarê Kanîmasî yê herêma Metînayê barand. Dîmenên qada ku hate bombekirin, ji aliyê kamerayên me ve hatin kişandin.
Li ser cihêkarî û zexta polîsan a li Yekîtiya Ewropa û Emerîkayê ya li dijî hindikahiyan raporek hate amadekirin. Li gorî raporê, zext û zordarî zêde bûye.