Bûldan: Têkiliya mafya û dewletê xwe dispêre dijminatiya li hemberî Kurdan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku têkiliya dewlet û mafyayê xwe dispêre dijminatiya li hemberî Kurdan. Bûldan qala rojeva hilbijartinê kir û bal kişand ser tifaqa civakî.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civîna komê ya partiya xwe de axivî. Bûldan qala doza Kobanê jî kir a ku 28 jê girtî, 108 kes lê tên darizandin. Bûldan got “Rizîn, qirêjî, xerabî, dizî, bêexlaqtî, bêhiqûqtî, pergala mafya û çeteyan, derew, talan û heramî zêdetir bûye. Dema ku ev tişt pêk tê, gelo desthilatdarî çi dike? Li Sîncanê dadgeheke AKP’ê ava kirine û bi doza Kobanê re dixwazin HDP’ê bidarizînin. AKP dixwaze bi vê dozê re tolê ji HDP’ê bistîne. AKP ji bo ku pêşiya HDP’ê bigire, doza Kobanê derdixe pêş. Desthilatdarî xwedî li DAÎŞ’ê derdikeve û li ser sûc hatiye girtin. Wê tu kes nikaribe HDP’ê ji siyaseta demokratîk dûr bixîne. Bi komployan dixwazin partiya me sûcdar bikin. Lê ew ê li dadgehên xwe li hemberî heqîqetê mehkûm bibin. Li Kobanê bi ser neketin wê li Sîncanê jî bi ser nekevin.”

TÊKILIYA MAFYA Û DEWLETÊ

Di 3’ê Mijdara 1996’an de bi qezaya Sûsûrlûkê re hevkariya sûc a tifaqa dewlet û siyasetê derketibû holê. Li Sûsûrlûkê sûcên dewletê yên li dijî gelê Kurd yeko yeko deşîfre bûbû. Bi darbeya 28’ê Sibatê re ser Sûsûrlûkê girtin.Sal 2021. 25 sal şûnde di desthilatdariya AKP û MHP’ê de careke din têkiliyên siyaset, burokrasî û mafyayê derket pêş. Sedema wê eşkere ye. Vê rêxistinbûna çeteyan xwe dispêre dijminatiya li hemberî Kurdan. Li Tirkiyeyê heta ku doza Kurdan çaresere nebe, pergala wê demokratîze nebe, têkiliya çete, mafya û siyasetê û sûcên wan bi dawî nabe.  Aktor biguherin jî ev avadanî qet naguhere.”

ABDULLAH OCALAN SERDEMEKE NÛ DA DESTPÊKIRIN

Yek ji qonaxa herî girîng a pêvajoya aştiyê, çarçoveya sereke ya Mûtabakata Dolmabahçeyê demokratîzebûn û dewleta hiqûqê bû. Rêzdar Ocalan got werin em bi hev re vê problemê çareser bikin. Banga wî ya di sala 2013’an de serdemeke nû dabû destpêkirin. Vê çarçoveya demokratîkbûn û aştiyê, ji bo hevkariya sûc a di nav dewletê de astengiya herî mezin bû. Desthilatdariyê bi vê tifaqê re bû şirîk û pêvajoya aştiyê qedand. Pêşiya çete û mafyayan vekirin. Polîtîkaya tecrîda li ser Îmraliyê ne dûrî vê pêvajoyê ye. Armanca tecrîdê çi ye? Dixwaze pêşiya muzakere û çareseriyê bigire.

DEWLETÊ KARSAZÊN KURD KUŞT

Serokwezîra wê demê Tansû Çîller di 4’ê Mijdara 1993’an de li Otela Holîday Inn a Stenbolê daxuyaniyek dabû û gotibû ‘Di destê me de lîsteya karsazên ku alîkarî dane rêxistinê hene û em ê hesab ji wan bipirsin’ Piştre karsazên Kurd yeko yeko hatin kuştin. Beşeke rapora Kûtlû Savaş hate sansurkirin. Di wê beşa sansurkirî de em dikarin bibînin ku li Tirkiyeyê çi pêk hatiye. Ji kuştina Mûsa Anter heta kuştina Savaş Bûldan hemû plansaz û kujerên van cînayetan di wê beşa sansurkirî de hene. Ew beş hê jî sansurkirî ye.

Ev kes niha bi xwediyê seraya hezar odeyî dixebitin. Ji ber wê rêveberiya qesrê nikare xwe ji vê meseleyê dûr bixîne. Tiştên di serdema vê desthilatdariyê de pêk hat, her tiştî radixe ber çavan. Cînayetên di salên 1990’î de qetlîama Roboskiyê ya di dema AKP’ê de ye. Hovîtiya li Sûr, Cizîr û Nisêbînê ye. Qetlîama Sirûcê ye, qetlîama Gara Enqereyê ye. DAÎŞ ketiye şûna JÎTEM’ê. Êdî SÎHA’yên AKP’ê bûne torosên spî yên di sala 1990’an de. Herî dawîn li Dêrsimê Mûrat Yildiz dema çûye berhevkirina kuvarkan, bi SÎHA’yan hate kuştin. Li Dêrsimê di 6 salên dawîn de 11 kes ji aliyê dewletê hatin kuştin. Li Colemêrgê di 5 salên dawîn de 10 kesên sivîl ji aliyê leşkeran ve hatin kuştin. Di serdema vê desthilatdariyê de gelek sivîl hatine kuştin. Kujerên van cînayetan ji aliyê AKP’ê ve tên parastin û hê jî li ser peywira xwe ne. 

Em bang li mûxalefetê dikin werin em vê îtîraza mezintir bikin. Em gelên Tirkiyeyê ji vê qirêjiyê rizgar bikin. Werin em bi hev re komîsyona lêpirsîn û lêkolîna heqîqetê ava bikin. Wê hevalên me vê hefteyê lêpirsîneke lêkolînê bîne rojeva desteya giştî. Parlemento bixwaze dikare vî tiştî bike. 

DIVÊ DOSYEYA SÛSÛRLÛKÊ DÎSA WERE VEKIRIN

Divê dosyeya Sûsûrlûkê dîsa were vekirin û pêvajoyeke berfireh a darizandinê were destpêkirin. Heke beşa sansurkirî ya Sûsûrlûkê were eşkerekirin wê rastî derkeve holê. Em HDP, em ê dev ji vê pêvajoyê bernedin. Em ê destûrê nedin ku pêşeroja welat jî hilweşînin.

WÊ HDP DI HILBIJARTINÊ DE ÇI BIKE?

Yek ji meseleya herî zêde tê axaftin ev e ku wê HDP di hilbijartinan de çi bike. Li cihekî ku HDP tune, li ser HDP’ê diaxivin. Divê gelê me qet guh nede van nîqaşan. Ji bo me tişta sereke ne tifaqa hilbijartinê ye. Ji bo me tişta sereke ev e ku ji bo avakirina demokrasiyê, ji bo edalet û aştiyê bloka demokrasiya civakî û hevkariya têkoşînê were avakirin. Problema benda hilbijartinê ya HDP’ê jî tune. HDP di hilbijartina parlementeriyê de dikare hevsengê jî diyar bike.  Esasê polîtîkaya tifaqê ya HDP’ê ev e ku bi rêgezên demokratîk pêşeroja hevpar a gelên Tirkiyeyê ava bike. Ji xeynî vî tiştî tu nîqaş me eleqedar nake. Bila tu kes HDP’ê wekî hêzeke alîkar nebîne. HDP ji bo ku gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin, di nav edaletê de jiyaneke wekhev û azad û aştî pêk were, berpirsyariyeke mezin werdigire. Em ê teqez vê pergalê biguherînin.”