Ozturk: Tekane çareserî azadiya rêzdar Ocalan e
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku bi kûrbûna tecrîda Îmraliyê re têkiliya dewlet û mafyayê jî zêde dibe û got “Ji xeynî azadiya rêzdar Ocalan tu çareserî tune.”
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku bi kûrbûna tecrîda Îmraliyê re têkiliya dewlet û mafyayê jî zêde dibe û got “Ji xeynî azadiya rêzdar Ocalan tu çareserî tune.”
KCD, TJA, DBP û HDP’ê drabrê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCAlan û berxwedana zindanan civînek lidarxist.
Civîn li avahiya HDP’ê ya Baglarê hate kirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, çalakgerên TJA’yê, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlementerên HDP’ê tevlî civînê bûn.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHP’ê dijminatiya li hemberî Kurdan e û got “6 sal in êrîş û polîtîkayên xwe yên herî qirêj didomînin. Heta îro encam nestendin wê ji niha û şûnde jî tu encamê nestînin. Dema em îro li rewşa wan dinihêrin, dibînin ku qirêjiya wan derketiye holê. Li ber çavan e ku bi çete û mafyayan li ser bingeha dijminatiya Kurdan li hev kieine. Êdî van têkiliyên xwe yên qirêj venaşêrin. Bi zext û êrişan dixwazin ser vî tiştî bigirin. Bi êrîşa li hemberî saziyên Kurdan û operasyonê li gelek bajaran, dixwazin encamê bistînin. Lê ew ê nikaribin têkoşîna me ya mafdar asteng bikin. Divê gelên Tirkiyeyê êdî vê rastiyê bibîne.”
Ozturk diyar kir bi kûrbûna tecrîdê re Tirkiye teslîmî çete û mafyayan bû û got “Çareserî ne êrîşa li hemberî gelê Kurd e. Rêya vî tiştî şikandina tecrîdê ye. Ji xeynî azadiya rêzdar Ocalan tu çareseriyeke din tune.”