Destûr nehat dayîn ku parêzer biçin serdana kesên li Edeneyê hatibûn destgîrkirin
Têkildarî 20 kesên di operasyona qirkirina siyasî ya li Edeneyê de hatibûn destgîrkirin, biryar hatiye dayîn ku wê parêzer nikaribin biçin serdana wan.
Têkildarî 20 kesên di operasyona qirkirina siyasî ya li Edeneyê de hatibûn destgîrkirin, biryar hatiye dayîn ku wê parêzer nikaribin biçin serdana wan.
Pêkanînên qirker ên siyasî yên desthilata AKP-MHP’ê didomin. Têkildarî kesên di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Edenê ve hatibûn destgîrkirin de, biryar hate dayin ku wê parêzer heta 24 saetan nikaribin biçin serdana wan.
Navê hinek ji kesên bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatine destgîrkirin wiha ne:
“Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Edene Mehmet Yaşik û Bêrîvan Gokalp, Rêveberê navçeya Seyhan Dîndar Aksû, Rêveberê TÛHAYDER a Çûkûrovayê Mehmet Tûtûş, Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên xwe Windakirî ya Behra Spî (AYKAY-DER) Şukran Efeturk, Hunermend Îlyas Arzû li gel Jiyan Savci û Cegerxweîn Guven, Hasan Kocaman, Hîlal Kocaman, Bêrîtan Ozbey, Jînda Erol, Dîlan Sunduk, Habîb Kahraman û Ûrfî Aksû.