ROJEVA 25'Ê GULANA 2021'Ê

Çend ji rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

Komek ji rêxistinên li Ewropayê, ji bo şermezarkirina bêdengiya li pêşberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, wê li pêşiya Sefaretxaneya Bilind a DYE'yê ya li Brukselê roja Şemiyê çalakiyekê li dar bixe.

Va ye rûyê nû yê berxwedanê: Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal û tunelên şer. Ev yek bandora jinûve avabûna gerîla ya li berxwedanê ye. Ev yek nîşaneya biryardariya şoreşê, nîşaneya ruhê êrişê li ser serketinê ye.

Di nava 3.5 salên dagirkeriyê de dewleta Tirk li Efrînê polîtîkaya xwe ya qirkirina etnîkî li dijî Kurdan dimeşîne. Li gel vê yekê, bi zext û zordariyê hewl dide Kurdên Êzidî bike Misilman.

Di êrişa artêşa Tirk de ya 21'ê Adara 2017'an a li navçeya Tetwan a Bedlîsê, Roza Xerzan (Esma Çetîn) tevî 10 hevalên xwe şehîd bû. Roza Xerzan tevî ku hîn ciwan bû, li ber xwe diket ku çima hîn zûtir tevlî refên têkoşînê nebûye.

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ji rayedarên Îranî xwest ku rojnamevan Necef Mehdîpoûr ê ku weke Kaveh tê naskirin, tavilê berde.

Nêzî hezar zarokên li bajarê Ceuta yê Spanyayê, li benda serlêdana ji bo penaberiyê ne.