Li Îranê 7 namzet wê karibin tevlî hilbijartinên serokkomariyê bibin
Li Îranê, ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên ku meha Hezîranê bê lidarxistin, destûr ji 7 namzetan re hate dayin ku karibin tevlî bibin.
Li Îranê, ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên ku meha Hezîranê bê lidarxistin, destûr ji 7 namzetan re hate dayin ku karibin tevlî bibin.
Rayedarên Îranî lîsteya 7 namzetên ku karibin tevlî hilbijartinên serokkomariyê bibin eşkere kirin, ku pênc ji wan muxafazakarên tund in. Bi giştî 600 kesî namzetiya xwe eşkere kiribûn.
Weke ku dihate payin, serlêdana Serokkomarê berê Mahmûd Ahmedînecad hate redkirin.
Namzetiya serokê berê yê parlamentê Alî Larîcanî yê muxafazakar jî hate redkirin.
Di nava pênc kesên muxafazakarên tund de yên ku namzetiya wan hatiye qebûlkirin şefê Adlî Erkê Îbrahîm Reîsî jî heye. Reîsî weke yek ji favoriyan tê dîtin. Tê gotin, eger Reîsî bê hilbijartin wê paşerojê karibe bibe lîderê olî yê Îranê. Ji namzetên ku serlêdana wan hatiye qebûlkirin ên muxafazakarên tund Serokê Bankaya Navendî Emîrhuseyîn Gazîzade Haşemî, fermandarê berê yê Muxafizên Şoreşê Geneal Mûhsen Rezayî jî hene.
Hilbijartin wê di 18'ê Hezîranê de bê kirin. Reîsî di hilbijartinên sala 2017'an de ji sedî 38 ê dengan standibû. Ji ber vê yekê jî weke namzetê ku bikeve şûna Hasan Rûhanî tê pênasekirin.