Malbatan ji bo gerîlayên li Amedê şehîd bûne nimûneya xwînê dan

Malbatan ji bo 6 gerîlayên di êrîşa esmanî ya dewleta Tirk a li navçeya Lice ya Amedê de şehîd bûbûn, ji bo testa DNA nimûneya xwînê da.

Di operasyona bi desteka hewayî ya dewleta Tirk a 27’ê Nîsanê ya li taxa Zengesor a navçeya Lice yê de, 29’ê Nîsanê 6 gerîlayên jin şehîd bûbûn.

Ji bo karûbarên otopsiyê cenazeyê Sûna Taş (Nûjîn Amed) Aynûr Ûlûgana (Besê), Latîfe Hanîbî, Dîlan Silînsîn û 2 gerîlayên navê wan nehate zanîn, li Nexweşxaneya Lêkolîn xw Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê tên ragirtin.

Malbatên Ûlûgana, Taş û Sîlînsîn, ji bo cenaze bigirin 17’ê Gulanê çûn Amedê û 20’ê Gulanê jî serî li Dozgeriya Licê dabûn.

Dozger ji malbatê ji bo testa DNA nimûneya xwînê xwestibû. Xwîn heman rojê li Nexwexaneya Dewletê ya Licê hatibû dayîn. Malbat ji bo cenaze bigirin, li benda encama testa xwînê ne.