Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzer Mazlûm Dînç, Ibrahîm Bîlmez, Newroz Uysal û Serbay Koklu, ji bo ku miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an ve rehîn tê girtin û tecrîda giran li ser tê danîn bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
24'ê Gulanê jî parêzeran serî li dozgeriyê dabûn da ku miwekîlê xwe bibînin.
Herî dawî 25'ê Adarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi birayê xwe re bi telefonê axivîbû lê telefon piştî axaftinê bi demeke kurt hatibû birîn.
Ocalan di vê axaftina telefonê de bal kişandibû ser nêzîkatiya dewleta Tirk a derhiqûqî û xwestibû dewleta Tirk li gorî hiqûqê tevbigere.
Parêzerên Ocalan piştî bi 8 salan 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an miwekîlê xwe dîtibûn. Ji wê çaxê û vir ve ye dewleta Tirk hem yasayên xwe û hem jî yasayên navdewletî binpê dike û nahêle ku parêzerên Ocalan miwekîlê xwe bibînin.