Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan parêzeran serî li serdozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li serdozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serî li serdozgeriyê dan.
Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu yên ku parêzerên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan in serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawîn di 25’ê Adarê de bi telefonê bi birayê xwe axivîbû û ev hevdîtin di nîvî de hatibû qutkirin.
Rêzan Sarica û Newroz Ûysal ên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in piştî 8 salan di 2-22’ê Gulana 2019’an, di 12-18’ê Hezîrana 2019’an û di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe hevdîtin kiribûn û ji wê demê şûnde bersiva serlêdana ji bo hevdîtinê nayê dayîn.