Girtiyê giran nexweş ê 83 salî bi yataxê razanê yê nexweşxaneyê ve kelepçe kirin
Girtiyê giran nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, ê ji ber giranbûna rewşa wî rakirbûn nexweşxaneyê bi yataxê razanê yê nexweşxaneyê ve kelepçe kirin.
Girtiyê giran nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî, ê ji ber giranbûna rewşa wî rakirbûn nexweşxaneyê bi yataxê razanê yê nexweşxaneyê ve kelepçe kirin.
Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, ji ber ku rewşa wî nebaş bû, rakirin Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Duh di encama testên hatin kirin de Ozkan li nexweşxaneyê hate razandin û li yataxê odeya lê dima bi yatax ve hatiye kelepçekirin. Malbatê diyar kir ku ji ber ku Ozkan nikare pêwîstiyên xwe bi cih bîne, divê yeke refakatkar li gel be, serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû. Serdozgeriyê ragihandin bû ku divê serlêdanê li Dozgerê Girtîgeha Tîpa D a Amedê bike.
Keça Ozkan Selma Ozkan diyar kir ku tevî rewşa bavê wê xirabe, duh dîsa birine girtîgehê û got: “Bavê min kal e, rewşa wî ya tenduristî xirab e. Bê kursiyê tekerlek nikare tevger bike, tevî vê jî bi yataxê razanê ve kelepçe kiribûn. Ev yek nayê qebûlkirin.
5 CARAN RAKIRINE NEXWŞEXANEYÊ
Ozkan 25 sal in girtî ye. Heta roja îro 5 caran qeyrana dil derbaskiriye, 4 caran jî anjoy bûye. Dîsa gelek nexweşiyên mîna dil, tansiyon, guatire jehrî, helîna hestî, guçik û rûvî, bi lez windakirina kêlo, dîtin û hwd. heye. Heta niha Ozkan 17,18,19,20 û 24’ê Gulanê bû cara 5 can tê rakirina Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yeşîlgîl. Piştî ku testa xwînê ya Mehmet Emîn Ozkan hate girtin û şûnde birin girtîgehê.