Însiyatîfa Zarokên Êgir li şeş bajaran gelek cih şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li şeş bajaran gelek cih şewitandine.

Însiyatîfê bi daxuyaniyekê ragihand ku faşîstên bombeyan li çiyayên Kurdistanê dibarînin 'wê nikaribin di nava xweşiyê de bin' û bang li her Kurdekî kir ku 'agirê azadiyê geş bike'.

Li gorî daxuyaniyê;

23'ê Gulanê li navçeya Serîkê ya Antalyayê keştiyek 'faşîstên dijminê Kurdan',

22'ê Gulanê li Uskudar a Stenbolê Yeşîlçam kaferterya ya AKP'iyekî, li Bahçelîevlerê wesayita şexsekî MHP'î, li Merzîfon a Amasyayê 2 atolyayên mobîlya yên AKP'iyan, li navçeyên Fethiye û Ûla yên Mûglayê 3 keştiyên AKP'iyan, li Menemen a Îzmîrê wesayita kesekî MHP'î,

21'ê Gulanê li Bandirma ya Balikesîrê depoyeke MHP'iyan hate şewitandin."