Kedkarên tenduristiyê operasyonên destgîrkirinê protesto kirin

Li gelek bajaran operasyonên li dijî encam û rêveberên SES’ê hatin protestokirin.

Rêxistinên ked û demokrasiyê têkildarî binçavkirinên li dijî endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmet û Tenduristiyê (SES) li Navenda Giştî ya KESK’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li eywanê pankarta “Têkoşîna me ya mafê ked, demokrasî û tenduristiyê nikare were astengkirin, bila kesên hatin destgîrkirin bên berdan” daliqandin.

Hevserokê Giştî yê SES’ê Husnu Yildirim anî ziman ku di demekî ku têkiliyên mafya û dewletê derketin holê de bi armanca guhertina rojevê tên kirin û wiha got: “Ji ber vê yekê operasyonên ser rêxistinên girseyî zêde bûne. Hewl didin ku bi serdegirtinên malan xebatên demokratîk ên kesên ku bikarin rehetî biçin îfadeyê bidin û cihê karên wan diyar, krîmînalîze bikin.”

Yildirim destnîşan kir ku desthilat weke berê, dîsa berê xwe daye pêşengên kedkarên tenduristiyê û wiha axivî: “Em ji neferbûna têkoşîna mafê tenduristiyê gavekê jî paşve naavêjin. Em li dijî zext, destgîrkirin, mobbîng û tundiya we serî natewînin. Hevalên me demildest berdin.”

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku ji ber biryara nepen heye têkildarî lêpirsînê tu agahî bi dest nexistine û wiha got: “Hin pirsgirêkên hevalên me yên tenduristiyê yên cidî hene. Ji bo ku bi awayekî lez kirariyên edlî bên destpêkirin, em zêxtên xwe bidomînin. Lê ez vê yekê jî bêjim piştevaniya îro li vir gelek bi wate ye û girîng e. Em hemû rastî heman tiştî tên. Em jî dibêjin ku 'ey desthilat hinekê bi van karên mafyayê ve mijûl bibin, bi rêxistinên sûc re, windayên di binçavan de, bi kiryarên ne diyar re mijûl bibin. Hûn bi wan kesên ku derbarê wan de îdîayên cidî hene re mijûl nabin mirovên ku mafên gel diparêzin re mijûl dibin. Dest ji van fêlên xwe yên nebaş berdin.'”

Endamê Komîsyona Edaletê yê Meclîsê yê HDP’ê Abdulah Koç jî bi lêv kir ku bi salan e têkiliyên dewlet û mafyayê dizanin û wiha got: “Bi salane li dijî van em têdikoşin. Em bi hevre têkoşîna xwe bidomînin jî. Em dixwazin hevalên me demildest bên berdan. Ev yek li dijî makeqanûnê ye.”

Seroka Giştî ya Halkevleriyê Nebiye Mertturk jî diyar kir ku şahidên têkoşîna kedkarên tenduristiyê ne û da zanîn ku li dijî zextan weke her carê li rex SES’ê ne.

Daxuyanî bi peyamên rêxistiNên ked û demokrasiyê bi dawî bû.

ANTALYA

Şaxa SES’ê ya Antalyayê jî operasyonên li dijî sendîkaya wan li pêş Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê şermezar kirin. Parlementerê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de Hevseroka Şaxa SES’ê ya Antalyayê Şukran Îçoz axivî û destgîrkirin şermezar kirin. Îçoz, diyar kir ku dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin û xwest kesên hatine destgîrkirin demildest bên berdan.

RIHA

Şaxa SES’ê ya Rihayê jî destgîrkirina endamên sendîkaya xwe li avahiya xwe ya sendîkayê şermezar kirin. Di civînê de Hevserokê Şaxa SES’ê yê Rihayê Salîh Karataş axivî û diyar kir ku kengî desthilata siyasî tengav bibe hem li hundir hem li derve ji xwe re dijminan ava dike û civakê tîne li hemberî hev.