Operasyona qirkirina siyasî: Gelek endamên SES'ê hatin destgîrkirin
Di operasyona qirkirina siyasî de ya li dijî SES'ê, Hevseroka Giştî Selma Atabey jî di nav de gelek endamên SES'ê hatin destgîrkirin.
Di operasyona qirkirina siyasî de ya li dijî SES'ê, Hevseroka Giştî Selma Atabey jî di nav de gelek endamên SES'ê hatin destgîrkirin.
Serê sibehê di serdegirtina malan de Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Selma Atabey jî di nav de gelek endam û rêveberên berê yên SES'ê hatin destgîrkirin. Kesên hatin destgîrkirin birin Şaxê TEM'ê.
Hevseroka berê ya SES'ê Gonul Erden li Dersimê, endamê berê yê Desteya Rêveberiya Navendî ya SES'ê Fîkret Çalagan li Stenbolê, Rona Temellî jî li Wanê hatin destgîrkirin.
Ji kesên hatin destgîrkirin navê kesên hatine hînbûn wiha ne:
Endama berê ya Desteya Rêveberiya Navendî ya SES'ê Belkiz Yûrtsever, Hevseroka berê ya SES'ê Bedriye Yorgûn, endamên teqawîtbûyî Ramazan Taş û Erdal Tûran.
Tê payin ku kesên di operaysona qirkirina siyasî de li bajarên cuda hatin destgîrkirin bibin Enqereyê.