Ekîba Çatli çima û çawa Theofîlos kuşt?
Dewleta Tirk beriya ku li bakurê Qibrisê Kutlu Adali bikuje bi du salan li başûrê Qibrisê Theofîlos Georgîadîs dikuje. Georgîadîs kî bû û çima hate kuştin?
Dewleta Tirk beriya ku li bakurê Qibrisê Kutlu Adali bikuje bi du salan li başûrê Qibrisê Theofîlos Georgîadîs dikuje. Georgîadîs kî bû û çima hate kuştin?
Piştî ku yek ji aparata şerê qirêj ê Tirk Sedat Peker li xwe mikur hat, kuştinên li Qibrisê dîsa di rojevê de ye. Yek ji kesê ku dewleta Tirk li Qibrisê dayî kuştin Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya Qibrisê Theofîlos Georgîadîs bû. Ev kuştin bêguman karê Abdullah Çatli bû.
Piştî ku aparata şerê qirêj ê Tirk Sedat Peker li xwe mikur hat ku Kutlu Adali bi organîzasyona Mehmet Agar û Korkuk Eken hatiye kuştin, kuştinên dewleta Tirk ên li Qibrisê hate nîqaşkirin. Li Qibrisê salên 1990'î avahiyên rojnameyan hatin bombekirin, wesayitên siyasetmedar û nûegihanan hatin teqandin, li avahiyên partiyan reşandin.
Yek ji kesê ku bû qurbana terora Tirk Thefîlos Georgîadîs bû. Dema ku Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê ya Qibrisê bû 20'ê Adara 1994'an li ber mala xwe bû hedefa guleyan. Georgîadîs bû şehîdê têkoşîna hevpar a gelên Helen û Kurdan.
Georgîadîs 1957'an li bajarokê Therychosê ya Levkoşayê çêbû. Bavê wî endamê Rêxistina Millîya Şervanên Qibrîsê (EKOA) bû, ku ev rêxistin li idjî mêtingeriya Ingilîz a li giravê têdikoşî. Georgîadîs ku bi bîrana berxwedan û têkoşînê ya bavê xwe Pampos Georgîadîs mezin bûyî, dibistana seretayî û navîn li bajarokê ku lê çêbûyî temam kir. Dema dagirkeriya Tirk a sala 1974'an weke bi hezaran Qibrisî malbata Georgîadîs jî bêgav ma ku şûnwarê xwe berde, koçî taxaeke li Lefkoşayê bûn ku, ev tax bi rengê ''bêalî'' dihate binavkirin.
TÊKOŞÎNA KURDAN NAS DIKE
Georgîadîs 1981'ê qeyda xwe li Zanîngeha Panteîonê ya li Atînayê dike, li Fakulteya Zanînên Siyasî dibe xwendayekî zîrek. Dema ku hînî Tirkî û dîroka Tirk dibe rastiya Kurdistanê û têkoşîna azadiyê ya Kurd nas dike. Ji ber ku bi Tirkî dizane jî 1986'an li Komara Qibrisê dibe berdevkê masaya Daîreya Çapemenî û Ragihandinê.
Piştî ku li Lefkoşayê bi cih dibe bi komeke hevalê xwe ji bo desteka li têkoşîna azadiyê ya Kurd xebatekê dide destpêkirin, bi pêşengiya Georgîadîs 1988'an Komîteya Piştevaniyê ya Kurdistanê ava dike, bi vê jî namîne bi bêderfetiyan kir ku rojnameyeke bi navê ''Dengê Kurdistanê'' ya bi Yewnanî derkeve, ku cih dida geşedanên li Kurdistanê.
Georgîadîs ji wê demê û wir ve kete hedefa MÎT'a Tirk, li bara geşedanên li Kurdistanê medyaya Qibrisê û Yewnan pêşî li fikrên wî dipirsî. Daxuyanî, ropartajên wî dibûn manşêtên rojnameyan, gelek caran derdiket qenalên televizyonan. Li ser gazina, ''Di rewşeke wiha de ku li giravê li şûna ku li dijî mêtingeriya Tirk têbikoşî, çima enerjiya xwe ji bo Kurdan xerc dikî?'', digot, ''Rewşa gelê Kurd ji ber zextên dewleta Tirk lezgîntir e, pêşî divê gelê Kurd azad bibe, ji ber ku têkoşîna wan her wiha têkoşîna me ye jî.''
20'Ê ADARA 1994'AN, 22:15
Georgîadîs tevlî konferansa Kurdan dibe ya ku 12-13'ê Adara 1994'an li Brûkselê hatibû lidarxistin, dema ku vedigere Qibrisê bi komeke hevalê xwe re ji bo pîrozbahiya Newrozê haziriyan dike. Ji bo ku pîrozbahiya 21'ê Adarê xweş derbas bibe bi Komîteya Piştevaniyê ya Kurdistanê re haziriyan dtemam dike. Wan rojan gelek caran bi rêya posteyê û telefonê bi navê 'Tûgayên Tolhildanê yên Tirk'' gelek caran gef li Georgîadîs tê xwarin lê qet guh nedida wan gefan.
Ji bo şeva Newrozê 20'ê Adarê li balafirxaneyê pêşwazî li mêvanên xwe yên Brûkselî dike, bi wesayita xwe wan dibe cihê ku wê lê bimînin, saet 22:15'an digihije ber mala xwe ya li Kolana Thûkydîdou ya li taxa Aglantzîa ya Lefkoşayê. Piştî ku ji wesayita xwe pya dibe, tetîkêşek ji pişt ve nêzî wî dibe, 5 guleyan berdide ser Georgîadîs. Georgîadîs hema li wê deverê dikeve erdÊ, demeke dirêj hewl dide ku bijî. Tetîkêş bi motorsîkletê bilez direve, Georgîadîs piştî bi çend saetan li nexweşxaneya ku biribûnê şehîd dibe.
KUJER JI ALIYÊ TÎMA ÇATLI VE HATE KIRÊKIRIN
Bûyera kuştinê bi carekê ve di manşetên rojnameyan de hate weşandin. Berdevkê hikumetê yê wê demê Yoannîs Kasûlîdîs (Sala 2013'an wê bibûya Wezîrê Karên Derve) di daxuyaniya xwe ya destpêkê de got, "Bûyer gelekî giran û bi êş e, bûyereke siyasî ye. Yên ku di destpêkê de tê bîra me, sîxurên Tirk in." Georgîadîs ê 37 salî bavê sê zarokan bû. Ne karekî zehmet bû ku kujerê Georgîadîs bê texmînkirin. Piştî demeke kurt detayên sûîqestê di manşetên çapemeniya Qibrisê de hatin weşandin. Li dijî hikumeta Qibrisê bi gotina 'We kuştina Georgîadîs ji nedîtî ve hat' nerazîbûn hate nîşandan.
Yek ji endamê hêzên paramîlîter ên dewleta Tirk Abdullah Çatli ku bi kuştina Kûtlû Adali gelek bûyerên tarî yên li Qibrisê organîze kir, beriya kuştina Tehofîlos Georgîadîs çûbû giravê û bi bazirganê narkotîkê Hassan Zortî re têkilî danîbû. Zortî jî xwest di berdêla 4 hezar Lîreyê Qibrisê de û bi berdêla 4 kîlo eroînê bazirganekî din tetîkê bikişîne, lê ji ber ku nekarî vê bike, plana kuştinê kifş bû. Ev tetîkkêşê ku navê wî hate veşartin, pêşniyar qebûl nekir û li polîsan îxbar kir.
Tevî vê îxbarê jî Tehofîlos Georgîadîs ji aliyê polîsan ve nehate parastin. Tîma Çatli vê carê ji bo kujerekî peyda bike, pêwendî bi serçeteyekî din ê narkotîkê Andreas Arîstodîmos re danî ku bi navê 'Gîoûroûkîs' dihate naskirin. Vî serçeteyî karê kuştinê da birayê xwe Kypros Arîstodîmos. Ji xwe çend meh piştî bûyera kuştinê, ji bo pêwendiya wî ya bi dewleta Tirk re eşkere nebe di Hezîrana 1994'an de Arîstodîmos wê li nêzî navçeya Lîmasolê mirî bihata dîtin. Hevkarên din ên Arîstodîmos jî wê piştre yek bi yek bihata înfazkirin. Serokkomarê Qibrisê Glafkos Klîrîdîs piştî salekê, di Nîsana 1995'an de ragihand ku her kesên tevlî bûyera kuştinê bûne mirine û ji ber vê yekê jî dosya hatiye girtin.
RÊBERÊ GELÊ KURD: EM Ê BÎRANÎNA WÎ JI BÎR NEKIN
Theofîlos Georgîadîs weke şehîdê têkoşîna hevpar a gelên Helen û gelê Kurd hate qebûlkirin. Navê wî jî li Navenda Çanda Kurd a li Qibrisê hate kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji malbat û hevrêyên wî re ev peyam da: "Hevrê Theofîlos şoreşgerek bû ku dilê wî bi hezkirina mirovan dagirtî bû û gelekî ji welatê xwe hez dikir. Li dijî mêtingeriyê û her cûre dagirkeriyê bi hêrs bû. Hovîtiya ku barbariya Tirk li gelê me dike weke li dijî gelê xwe dît û li dijî vê yekê kete nava helwesteke çalak. Bi tevkariya hêja ya ku li têkoşîna me kir, di dilê gelê me de bû xwedî hurmet û hezkirineke mezin. Lewma em dibêjin Theofîlos ji bo me hevrêyekî gelekî hêja ye. Ew şehîdê me ye, têkiliya ji dil a navbera gelan e. Di dîroka me de jî xwedî cihekî girîng e. Em ê di dîroka xwe de wî timî bi bîr bînin. Ji bo bîranîna wî çi pêwîst be em ê wê bikin."