KESK'ê li gelek bajaran êrîşên ser SES'ê şermezar kir
Platforma Şûbeyên KESK'ê destgîrkirina rêveberên SES'ê şermezar kir
Platforma Şûbeyên KESK'ê destgîrkirina rêveberên SES'ê şermezar kir
Platforma Şûbeyên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK) destgîrkirina rêveber û endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tendiristî û Sosyal (SES) li gelek bajaran şermezar kir.
Li Stenbol, Entalya, Êlih, Riha, Dîlokê Platforma Şûbeyên KESK'ê destgîrkirinê rêveber û endamên SES'ê şermezar kirin.
Li Stenbolê li ber Fakulteya Tipê ya Çapayê daxuyanî hate dayin. Hevserokê Şûbeya Aksarayê Ozkan Gokbayrak axivî û got û got di demeke wiha de ku têkiliya siyaseta û mafyayê derketiye holê ji bo ku ser vê bigirin û rojevê biguherin operasyon li ser hêzên ked û demokrasiyê û muxalefeta civakî tê kirin.
Li Entalyayê jî Hevseroka Şûbeya SES'ê Şukran Îçoz axivî got, ''Bila bela xwe di me nedin, bi mafyayê re mijûl bibin.''
Li Êlihê jî zexta li ser SES'ê hate şermezarkirin. Li avahiya Şûbeya SES'ê daxuyaniyek hate dayin. Berdevkê Platformê Denîz Topkan axivû got, ''Em ê li ber zext û zordariya we, li ber destgîrkrin, mobîng, tundiya we serê xwe netewînin.''
Li Rihayê li Şûbeya SES'ê daxuyanî hate dayin. Sekretera Şûbeyê Selma Ateş got desthilata Tirk her ku ditengije li hundir û derve dijminan ji xwe re çêdike, bi vî rengî temenê xwe dirêj dike.
Li Dîlokê jî li avahiya sendîkayê êrîşên li ser SES'ê hate şermezarkirin.