ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rapora îstîxbaratê ya YE: AKP’ê DAÎŞ peywirdar kir
EÛINTCEN a ku yekîneya îstîxbaratê ya Yekîtiya Ewropayê ye derbarê qetlîama 10’ê Cotmehê raporek weşand û got “Hin sedemên maqûl hene ku hêzên di nav AKP’ê de milîtanên DAÎŞ’ê bi taybetî peywirdar kirine.” -
Li Girtîgeha Tekîrdagê gardiyanan êşkence li girtiyan kirin
Bi dehan girtiyên ku ji girtîgeha Kirikkaleyê sewqî Tekîrdagê hatin kirin, rastî êşkenceya gardiyanan hatin. -
Komkujiya 10'ê Cotmehê li gelek bajaran hate bîranîn
Li gelek bajaran, qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê ku beriya şeş salan hate kirin û zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan, çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. -
Hilbijartina li Iraqê didome, li gelek deveran mafê dengdanê tê binpêkirin
Hilbijartina Parlmentoya Iraqê îro destpêkir û hê jî berdewam e; di hin cihan de binpêkirinên yasayên hilbijartinê çêbûne. -
HDP: Em ê daxwazên aştiyê yên şehîdên 10'ê Cotmehê pêk bînin
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegear 6'an a Komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Gar a Enqereyê, qurbanî bi bîr anî. -
Polîsan êriş birin ser çalakiya bîranîna Komkujiya 10'ê Cotmehê
Di salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de li ber Gar a Enqereyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Lê belê polîsan êriş birin ser bîranînê û gelek kes destgîr kirin. -
HBDH: Em ê têkoşînê mezin bikin, hesab ji kujeran bipirsin
HBDH'ê bi wesîleya salvegera komkujiya 10'ê Cotmehê daxuyanî da û got, "Em têkoşîn û berxwedanê hîn bêhtir bi rêxistin bikin, mezin bikin. Ji taxên xizanan heta bi febrîqe û çeperên azadiyê, em ê hesab ji kujeran bipirsin." -
Keskîn û Turkdogan careke din bûn Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê
Di 20'emîn Civata Giştî ya Asayî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de rêveberiya nû hate diyarkirin. Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn careke din ji bo Hevserokatiya Giştî hatin hilbijartin. -
Li Iraq û Başûrê Kurdistanê dengdanê dest pê kir
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên Parlamenta Iraqê, li seranserê Iraqê û Başûrê Kurdistanê hilbijêr li ser sindoqan e. -
ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê êşkence hate kirin
80 gardiyanên ku cilên robokop li xwe kiribûn li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 2’an a Rihayê êşkence li girtiyan kirin û ew xistin odeyên ku kanalîzasyonê lê diherike. -
Înîsîyatîfa Zarokên Agir li 6 bajaran agir bi cihan xistin
Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Stenbol, Konya, Kastamonû, Kîlîs, Sakarya û Kocaeliyê agir bi cihan xistine. -
Xizmên windayan li du bajaran lêgerîna edaletê domandin
Xizmên windayan û endamên Komeleya Mafê Mirovan( ÎHD)’ê, li Amed û Êlihê ji bo Behrî Kaganaslan û yên Enqereyê hatin qetilkirin, hatin ba hev. -
Serdana li Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî pêk nayê
Heyeta HDK, HDP û DBP’ê çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê. Di serdanê de hate diyarkirin çareseriya doza Kurdan wê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. -
Li girtîgeha Şakranê jinên girtî xistine depoya tarî!
Hate ragihandin li girtîgeha Şakranê rêveberiyê girtîgehê xwestiye girtiyên edlî têxe nav girtiyên siyasî û jinên li hemberî vî tiştî derketine jî xistine depoyê. -
Karkerê Kobanî hate girtin
Karkerê Kobanî Mûhammed B. yê li Edenayê hatibû destgîrkirin, hate girtin. -
'Valaderxistina komployê ji ber xeta siyasî ya Abdullah Ocalan e ku bi ser ket'
Endamê MYK a HDP'ê Çengîz Çîçek diyar kir ku komploya 9'ê Cotmehê li dijî formula "Kurdistan a azad, Rojhilata Navîn a Demokratîk" a Abdullah Ocalan hatiye kirin û got ku Abdullah Ocalan têkoşîna azadiya Kurd kir malê gelan û wisa komplo pûç kir. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: 9’ê Cotmehê li hemberî gelan êrîşek e
Di salvegera yekem a peymana 9’ê Cotmehê de Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da û ragihand, “Gelê me car din îspat kir ku bi rastî jî ‘Berxwedan Jiyan e’.” -
Profesor Vanaîk: Tecrîd bi qasî ya hikûmetê cûreyek îdîanameya darazê ye jî
Profesorê Têkiliyên Navneteweyî Achîn Vanaîk bi gotina ‘Bi vî rengî nêzîkbûna li Ocalan, bi qasî hikûmetê cûreyek yê îdîanameya darazê ye jî’, îşaret bi rola daraza Tirk a domandina tecrîdê da. -
HBDH: Me li Îzmîrê 2 notirvan ceza kirin
Milîsên HBDH’ê yên Denîz Poyraz ragihand ku li Îzmîrê bi çalakiyekê 2 notirvan ‘ceza’ kirina. -
Parêzerên OHD’î nerazîbûn nîşanî Feyzîoglû yê nîjatperest da
Şaxa OHD’ê ya Amedê derbarê Serokê TBB’ê Metîn Feyzîoglû yê li dijî Kurdî daxuyanî da, gilî kir. -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan. -
Neteweyên Yekbûyî: Tirkiye 'leşkerên zarok' şand Lîbyayê
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi raporekê ragihand ku dewleta Tirk 'leşkerên zarok' şandiye Lîbyayê. -
Banga ji bo kampanya hastag a 'Azadî wê bi ser bikeve'
Meclîsa Medya Dîjîtal a Kuridstanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji îro û pê ve dest bi kampanya 'hashtag' dike. Kampanyayê ji niha ve li 30 welatan deng veda. -
KON-MED: Bi berxwedana bênavber em ê tecrîdê bişikînin, Rêber Apo azad bikin
KON-MED'ê ji bo çalakiyên ku di salvegera komploya navneteweyî de li bajarê Elmanyayê bêne lidarxistin banga tevlîbûnê kir.