Komkujiya 10'ê Cotmehê li gelek bajaran hate bîranîn
Li gelek bajaran, qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê ku beriya şeş salan hate kirin û zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan, çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
Li gelek bajaran, qurbaniyên Komkujiya Gar a Enqereyê ku beriya şeş salan hate kirin û zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan, çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.
10'ê Cotmeha 2015'an Platforma Ked û Demokrasiyê li Enqereyê mîtîngek li dar xist, lê belê di êrişa bombeyî ya dijî mîtîngê de zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 500 kes jî birîndar bûn. Qurbaniyên vê komkujiyê di salvegera 6'an de li gelek bajaran hatin bîranîn.
ÎZMÎR
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê li ber Gar a Alsancakê ya li navçeya Konakê li hev civiyan û bîrdarî vekirin.
Parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay, Parlamenterê CHP'ê Kanî Beko, Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tûnç Soyer jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Ji Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Herêma Egeyê Memîş Sari li bîranînê axivî û xwest, wezîfedarên cemaweriyê û siyasetmedarên ji komkujiyê berpirsyarin bêne darizandin.
ŞIRNEX
Li ber avahiya partiyê ya HDP'ê ya Şirnexê jî daxuyaniyek hate dayin û qurbanî hatin bîranîn. Hate xwestin ku berpirsyar bêne darizandin.
Aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û endamên partiyê tevlî bîranînê bûn.
Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Şirnexê Zeynep Salgûcak got, "Kujer hatibûn tespîtkirin, lê belê yên ku berpirsyariya wan di komkujiyê de hene, ji bo pêşîgirtina li komkujiyê tiştek nekirin. Hîn jî li ser wezîfeya xwe ne."
EDENE
Li ber avahiya Şaredariya Seyhanê ya Edeneyê li ber Bîrdariya Aştiyê daxuyaniyek hate dayin. Berdevkê Demkî yê Platforma Şaxên Edeneyê ya KESK'ê Ahmet Aydogan daxuyanî da û got, "Yên ku kiryarên vî sûcê li dijî mirovahiyê vedişêrin, hevparê vîs ûcî ne. Em ê yên ku ji bo desthilatariya xwe civak xiste nava kaos û tundiyê ti carî ji bîr nekin."
Dayika Dîlan Sarikaya ya ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Neslîgul Sarikaya jî got, "Em bi biryardarî dibêjin aştî. Jİ ber ku me ji bo aştiyê berdêlên giran dan."
Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci got, "Ji bo aştiyê, ji bo ked û demokrasiyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz jî diyar kir ku komkujî li pêş çavên dewletê hate kirin.
ANTALYA
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê li ber Peykerê Attalosê çalakiya bîranînê lidar xistin. Ji bo bîranîna qurbaniyan qurnefîl hate danîn.