Înîsîyatîfa Zarokên Agir li 6 bajaran agir bi cihan xistin

Înîsîyatîfa Zarokên Agir diyar kir ku wan li Stenbol, Konya, Kastamonû, Kîlîs, Sakarya û Kocaeliyê agir bi cihan xistine.

Înîsîyatîfa Zarokên Agir daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt diyar kir:

“Gelê Kurd ketiye dema berxwedan û azadiyê ya herî mezin a dîrokê de. Faşîzma AKP û MHP’ê bi hovane êrişan dike û ber bi tunebûnê ve diçe. Ew dem hatiye ku li hemberî hêzên ku dixwazin li Kurdistanê komplo û tarîtiyê serwer bikin, em agirê tolhildanê geş bikin.

Em Înîsîyatîfa Zarokên Agir bang li gelê xwe yê li metrepolên Tirkiyeyê dikin ku li hemberî zilmê li ber xwe bidin û li hemberî tarîtî û komployê jî tola xwe wekî agir hilînin.

ÇALAKIYÊN ŞEWITANDINÊ

07.10.2021 li Beyşehîra Konyayê fabrîkeya çekan a Arîes a Îbrahîm S. û Şaban T. ên AKP’yî

08.10.2021 li Kastamonûyê fabrîkeya daran a Emre Karaşabanê AKP’yî

08.10.2021 li Kîlîsê mixazeya cilan a Nedîm Koçakê MHP’yî û depota kaxizan a kesekî faşîst.

08.10.2021 li navçeya Hendekê ya Sakaryayê atolyeya daran kesekî MHP’yî

08.10.2021 li Eyupsultana Stenbolê atolyeya tekstîlê ya Elgunler a kesekî AKP’yî

08.10.2021 li navçeya Gebzeyê ya Kocaeliyê panelvana kesekî MHP’yî hate şewitandin.”