Karkerê Kobanî hate girtin
Karkerê Kobanî Mûhammed B. yê li Edenayê hatibû destgîrkirin, hate girtin.
Karkerê Kobanî Mûhammed B. yê li Edenayê hatibû destgîrkirin, hate girtin.
Karkerê kurd ê înşaetê Muhammed B. yê ji Kobanê, ku di 7'ê cotmehê de li Edeneyê di serdegirtina malê de hat destgîrkirin, piştî karên li Miduriyeta Polîsan qediya, sewqî Edliyeya Edeneyê hat kirin.
Muhammed B. yê ku îfadeya wî ji aliyê Serdozgeriyê ve hat girtin, bi îdîaya “endamê rêxistinê ye” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Edeneyê hat kirin.
Muhammed B. yê ku ji aliyê dadgehê ve hat girtin, şandin Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F.