Profesorê Têkiliyên Navneteweyî û Serokê berê yê Beşa Zanista Siyasetê ya Zanîngeha Delhî û ji sala 1987’an û vir ve endamê Enstîtûya Transnatîonalê (TNI) ye Achîn Vanaîk di salvegera 23’an a Komploya 9’ê Cotmehê de têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gotina; ‘Bi vî rengî nêzîkbûna li Ocalan, ji mafên bingehîn bêparhiştin, li dijî vê me’ nerazîbûn nîşan da.
Profesor Vanaîk ê tevahî jiyana xwe weke aktivîstekê li dijî bêçekbûna nukleerî ye, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, berhemê têkiliyên daraz-desthilatê ye.
Vanaîk got: “Di demokrasiyê de, ji bo parastina pêkanîna mafên demokratîk û destûra bingehîn ku mafê hikûmxwariyan jî li xwe digire, hebûna darazeke ku bi têra xwe ji hikûmetê serbixwe ve girêdayî ye.” bi vê yekê îşaret bi wê yekê da ku daraza Tirkiye ne serbixwe ye.
Profesor Vanaîk bi gotina ‘Bi vî rengî nêzîkbûna li Ocalan, bi qasî hikûmetê cûreyek yê îdîanameya darazê ye jî’, îşaret bi rola daraza Tirk a domandina tecrîdê da.