ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Li Serêkaniyê ku bi şev şerekî giran qewimî, di roja duyemîn de êriş zêdetir bû. Şefê faşîst Tayyîp Erdogan ku li herêmê nekarî bi dilê xwe bi pêş ve biçe, ji bo Yekîtiya Ewropa piştgiriyê bide êrişên dagirkeriyê vê carê gef lê xwar. Beşa 2'emîn.

Şervanê YPG'ê Devrîm Amed qala kêliyên dema êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê û Girê Spî kir.

Di salvegera 6'an a Komkujiya Gar a Enqereyê de ku 103 kes hatin kuştin, wê li gelek bajaran çalakiyên şermezkirinê bêne lidarxistin.

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Amed pirsa "Hûn ê kê biqedînin?" pirsî û got, "Eger li vê xakê yek hebe ku divê bê qedandin û tasfiyekirin, ew jî dewleta Tirk e."