Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê êşkence hate kirin
80 gardiyanên ku cilên robokop li xwe kiribûn li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 2’an a Rihayê êşkence li girtiyan kirin û ew xistin odeyên ku kanalîzasyonê lê diherike.
80 gardiyanên ku cilên robokop li xwe kiribûn li Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 2’an a Rihayê êşkence li girtiyan kirin û ew xistin odeyên ku kanalîzasyonê lê diherike.
Hat diyarkirin ku di 7’ê Cotmehê de, 80 gardiyanên ku cil û bergên robokop li xwe kirine, bi dehan girtî bi komî îşkence kirine. Girtiyan tiştên bi serê wan ve hatin bi telefonê ji malbatên xwe re vegotin. Girtiyan dan zanîn ku di çarçoveya fermana midûrê nû tayînî girtîgehê hatiye kirin de gardiyanan îşkence li wan kirine û diyar kirin ku hestiyên laşê wan şikestine û di laşê wan birîndar bûne. Hat hînbûn ku daxwaza çûyîna revîrê û wergirtina rapora lêdanê ya girtiyên ku qawîşên wan bi zorê hatine guherandin nehatine qebûlkirin.
Liser serlêdana malbatan, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, ji bo hevdîtina girtiyên hatin îşkencekirin şandeyek şand girtîgehê.
Parêzeran diyar kirin ku gardiyanan bi 3 midûran bi ser qawişan de girtine. Parêzeran, dan zanîn ku bêyî ku evraqeke fermî pêşkeşî girtiyan bikin cihê wan hatine guhertin û wiha gotin: “80 girtî û hikumxwar hatine îşkencekirin. Birîndar hene, rêveberî destûr nade ku rapora lêdanê bigirin.”Parêzeran bi lêv kirin ku ji ber girtiyên ku bi darê zorê qawişên wan hatine guhertin, ji hevalên xwe agahî nagirin boykota xwarinê dane destpêkirin û anîn ziman ku heke zext û îşkence berdewam bike girtî difikirin ku bikevin çalakiya greva birçîbûnê.
Şaxa OHD’ê got ew ê li gel Şaxa ÎHD’ê Rihayê ku serdana girtiyan kirin, diyar kirin ku wê di rojên pêş de derbarê mijarê de daxuyaniyê bidin.
Mehmet Bînîcî telefonî malbata xwe kir û diyar kir ku dema ji qawişê hatin wergirtin bi erdê re hatine kaşkirin, paceya odeya ku ew birinê nîne, li odeyan betanî û av nînin û ava kanalîzasyonê diherike qawişê.
Îbrahîm Ethem Gokturk jî ev agahî parve kir: “Gotin wê qawiş werin guhertin. Me bi awayekî fermî sedema wê xwest. Piştî niqaşê 80 gardiyan bi midûrê navê B. re êrişî hevalên me kirin. Serê hevalekî me şikest, hevalekî me jî ji dest û lingên xwe birîndar bû. Dibe ku dest û lingên wî şikesti bin lê nebirin revîrê. 12 heval birin qawişa C-3. Rewşa wan a tenduristiyê nebaş e û daxwaza wan a birina revîrê nayê qebûlkirin. Daxwaza revir û rapora lêdanê ya hevalê me yê ku ji serê xwe birîndar bûbû, nehat qebûlkirin. 60 hevalên me yên din birine ku derê em nizanin.”