Li girtîgeha Şakranê jinên girtî xistine depoya tarî!
Hate ragihandin li girtîgeha Şakranê rêveberiyê girtîgehê xwestiye girtiyên edlî têxe nav girtiyên siyasî û jinên li hemberî vî tiştî derketine jî xistine depoyê.
Hate ragihandin li girtîgeha Şakranê rêveberiyê girtîgehê xwestiye girtiyên edlî têxe nav girtiyên siyasî û jinên li hemberî vî tiştî derketine jî xistine depoyê.
Gardiyanan şeva 7’ê Cotmehê bi ser qawîşên girtiyên siyasî yên Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Tîpa T û ya Jinan de girtin. Gardiyanan ji girtiyan re got ‘ferman ji jor hatiye” û xwestine girtiyên edlî li qawîşên girtiyên siyasî bi cih bikin.
Girtiyan bi riya telefonê agahî dan malbatên xwe û diyar kirin ku zext û êrişên li ser wan zêde bûne. Girtiyan destnîşan kir ku gardiyanan dest danîne ser materyalên wan, amûrên wan muzîkê û ew jî li dijî tundiya gardiyanan derketine.
Li Girtîgeha Jinan jî sepanek bi heman rengî pêk hat. Jin li dijî zextên gardiyanan derketin. Hat zanîn ku jinên nerazîbûn nîşan dane, xistine ciheî mîna depoyê û ew der tarî ye, ronî lê tune.
Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew ji ber wan êriş û zextên li zarokên wan tên kirin bi fikar in û ew dixwazin derbarê qewimandinên li girtîgehê agahiyan bistînin.