HDP: Em ê daxwazên aştiyê yên şehîdên 10'ê Cotmehê pêk bînin

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegear 6'an a Komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Gar a Enqereyê, qurbanî bi bîr anî.

Di daxuyaniya HDP'ê de hate gotin, "Soza me li şehîdên 10'ê Cotmehê ye; daxwazên wan ên aştiyê wê teqez pêk werin."

HDP'ê bi bîr xist ku di komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê 103 kes hatin kuştin, 419 kes jî birîndar bûn û ev daxuyanî da, "Komkujî li dijî daxwaza azadî, demokrasî, aştî û çareseriyê hate kirin. Em kujerên rastî û taşeronên wan jî baş nas dikin. Kujer welê çavsor bûn ku ji mîtînga me ya li Amedê heta rêwiyên Pirsûsê û Dîlokê êrişî dawetê kirin."

HDP'ê diya rkir ku taşeronê komkujiyên ku sala 2015'an dest pê kir çeteyên DAÎŞ'ê jî be, berpirsyarê rastî, yên ku rê nîşanî kujeran dan, dijminê demokrasî û aştiyê ne."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Dîrok, maf û rastî bi me re ne. Li gel komkujiyan hemûyan jî polîtîkayên tarîtiyê bi dawî dibin. Me di têkoşînê de israr kir, me ji qadên xwe yên jiyanê xwe venekişand, me rê neda ku xizmetê ji armancên tarî re bikin, em ê destûrê nedin. Di serî de yên ku me di komkujiya 10'ê Cotmehê de ji dest dan, em soz didin heval û hevrêyên xwe yên ku şehîd bûne; daxwazên we daxwazên me ne, hêvî û xeyalên we emanetî me ne; ji bo xwedîderketina li wan em ê têkoşînê mezin ibkin. Heta ku hesab ji berpirsyarên rastî yên komkujiyan bê pirsîn em ê rêwîtiya xwe dewam bikin. Aştî, azadî û demokrasî wê bi têkoşîna me pêk were."