Serdana li Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Heta ku Ocalan azad nebe çareserî pêk nayê
Heyeta HDK, HDP û DBP’ê çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê. Di serdanê de hate diyarkirin çareseriya doza Kurdan wê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.
Heyeta HDK, HDP û DBP’ê çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê. Di serdanê de hate diyarkirin çareseriya doza Kurdan wê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.
Heyeta ku Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar jî di nav de, bi boneya salvegera 23’yemîn komploya navneteweyî çûn serdana Buroya Hiqûqê ya Asrin a li Beyoglûya Stenbolê. Parêzerên Ocalan, Emran Emekçî, Raziye Ozturk û Rezan Sarica şande pêşwazî kirin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, di serdanê de axivî û got “Di sala 23’emîn de jî komplo û tecrîda li ser Ocalan dewam dike. Ocalan di serî de ji bo doza Kurdan û hemû pirsgirêkên li Rojhilat Navîn pêşniyarên çareseriyê pêş xistiye. Di warê çareserkirina doza Kurdan de rêzdar Ocalan muxatab e.”
Prz. Rezan Sarica jî, komploya li dijî muwekîlê xwe Ocalan şermezar kir û wiha got: “Bi tecrîda girankirî re tê xwestin ku têkiliya Ocalan a bi gel re were qutkirin. We bi vê serdana xwe da nîşandan ku rêzdar Ocalan wê neyê jibîr kirin û tenê hiştin. Birêz Ocalan hem bi gelê Kurd û hem jî bi gelên cîhanê re di nava pêwendî û girêdanbûnek pir mezin de ye. Ji bo ku bi awayekî rast doza Kurdan were çareser kirin, divê tecrîda li ser rêzdar Ocalan rabe û azadiya wî pêk were. Tekane rêya siyasetê, çareseriya mirovî û hiqûqî, bi azadî û xwedîderketina rêzdar Ocalan pêkan e.”