Polîsan êriş birin ser çalakiya bîranîna Komkujiya 10'ê Cotmehê
Di salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de li ber Gar a Enqereyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Lê belê polîsan êriş birin ser bîranînê û gelek kes destgîr kirin.
Di salvegera Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de li ber Gar a Enqereyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Lê belê polîsan êriş birin ser bîranînê û gelek kes destgîr kirin.
Di savelgera Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de ku bi hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê 104 kes hatin kuştin, li ber Gar a Enqereyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Lê belê polîsan xwestin asteng bikin. Li dijî çalakiya ku wê saet di 10:04 de bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê bikira, pêşiya Gar a Enqereyê ji aliyê bi sedan polîsî ve hate dorpêçkirin.
Polîsên ku lîsteyek di destê wan de bû, gotin ku ji bilî malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, wê destûrê nedin kesekî din li ber Gar a Enqereyê li hev bicive. Koma ji 30 kesî li ber vê yekê rabû û xwest xwe bigihîne Xaçerêya Ûlaştirma. Polîsan êriş birin ser komê û gelek kes bi erdê re kaş kirin û destgîr kirin.