Neteweyên Yekbûyî: Tirkiye 'leşkerên zarok' şand Lîbyayê

Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi raporekê ragihand ku dewleta Tirk 'leşkerên zarok' şandiye Lîbyayê.

Komîsyona Hevdana Daneyan a Lîbyayê ya Konseya Mafên Mirovan rapora xe ya li ser binpêkirina mafên mirovan a ji sala 2016'an û vir ve eşkere kir.

Li gorî rapora ku li BBC Turkçe hate weşandin, di şerê navxweyî yê Lîbyayê de Tirkiyeyê 'leşkerên zarok' bi kar aniye.

Di raporê de wiha hate gotin, "Li gorî delîlên ku dawiya sala 2019'an hatin bidestxistin, Tirkiyeyê çek da destê zarokên Sûriyeyî yên navbera 15-18 salî ku ji şeklê wan jî eşkere ye ku zarok in, ji bo Hikumeta Mutabaqata Neteweyî di berdêla pereyan de li dijî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê weke amûreke şer bi kar anî."

Di raporê de hate ragihandin ku Tirkiyeyê peymanên navneteweyî binpê kiriye û hate gotin, "Hem Lîbyayê hem jî Tirkiyeyê berpirsyariyên xwe yên protokola Peymana Mafên Zarokan a 'bikarneanîna zarokan di şer de' binpê kirine."

Di raporê her wiha hate ragihandin ku di êrişan de yê ku sivîl hatin kuştin, balafirên bêmirov ên li Tirkiyeyê hatine hilberandin hatine bikaranîn.

Di raporê de hate destnîşankirin ku li gorî dane û delîlên hatine bidestxistin, Tirkiyeyê çete ji Sûriyeyê derbasî Lîbyayê kiriye û daye şerkirin.