Xizmên windayan li du bajaran lêgerîna edaletê domandin

Xizmên windayan û endamên Komeleya Mafê Mirovan( ÎHD)’ê, li Amed û Êlihê ji bo Behrî Kaganaslan û yên Enqereyê hatin qetilkirin, hatin ba hev.

Li Amedê endamên Komeleya Mafê Mirovan û xizmên windayan, di çalakiya xwe ya hefteya 661’an de li Parka Koşûyolûyê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê, kom bûn.  Di çalakiya vê hefteyê de çiroka windakirinê ya Behrî Kaganaslanê ku dema 29’ê Cotmeha 1993’an de ji mala wî ya gundê Baroglu ya girêdayî navenda Amedê hate ragirtin şûnve carek din şopa wî nehate dîtin, vegotin.   Dema daxuyanî ji aliyê endama Desteya Rêveberiya Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Nerîman Dînçkan Yilmaz ve dihate xwendin, hewldana provakasyonê çêbû. Derdora parkê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, ji kesên li ber HDP’a Amedê rûdinin, 3 kesan heqaret li xizmên windayan kirin. Ev kesên ku polîsan qet midexale li wan nekirî hetanî daxuyanî xilas bû, heqaretên xwe didomandin û bi heqaretên xwe ve hewl didan malbatan tehrîk bikin.  Digel provakasyonan jî Dînçkan daxuyanî domand. Çîroka Bexrî Kaganaslanê beriya ku bê windakirin, par ve kir. Bexri Kaganaslanê beriya bê windakirin, diyar kiriye ku dema çend caran leşkeran li ser gundê wan girtiye, ji bo bibin cerdevan bi gundiyên din re gef xwarine. Dînçkan eşkere kir ku ev gef ji aliyê Serpêl Mîthat Gul ve bi xwe hatiye kirin. Dînçkan çiroka Kaganaslan wiha vegot: “Li ser van gefan jî Kaganaslan cerdevanî qebûl nekiriye. Şevek beriya 29’ê Cotmehê, yanî şevek beriya ku bê windakirin derê mala wî lêketiye, lê malbatê derî venekiriye. Şevek piştre jî di derdora 01. 30- 02. 00’an de 2 jin û zilamekê ku li ser wan pantolanê kot, montê bi çerm û di destê wan de jî çekên lûle dirêj heyî, bi taksiyekê hatine gund û Kaganaslan revandin.”  Dînçkan got, îtîrafkarek bi navê ‘ Cemal’ ê Fermandariya Jendirmeyan a Navendê dixebitî, ji bo Behrî Kaganaslan gotiye: ‘ sûcê wî gelek mezin e, ji ber vê jî efûkirina wî ne pêkan e’  Malbata wî 20 roj piştî bûyerê ji cerdevanê gundê Kuşlukbagi yê bi navê Nafîz Çelîk agahiya ku vî kesî Behrî Kaganaslan li navenda Cendirmeyan dîtiye, wergirtiye. Nafîz Çelîk ji malbatê re gotiye, ‘bi berdêla pere dikarim ji we re bibim alîkar’ û wiha domandiye, ‘ Komê de Serpêl Mîthat Gul jî di nav de ji 4 kesan pêk tê.’ Piştre Serpêl Mîthat Gul ji birayê Behrî Kaganaslan Naîf Kaganaslan re gotiye: ‘ hetanî tu nebî cerdevan û gund jî nekî cerdevan nikarî Behrî bibînî’, gef li Nazîf xwariye. Digel hemû hewldanên malbatê jî Behrî Kaganaslan carek din jî nayê dîtin.   

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan, ji bo xizmên xwe yên winda di çalakiyên xwe ya hefteya 498’an de li avahiya şaxa ÎHD’ê, hatin ba hev. Di çalakiya ku wêneyên aîdê windayan hate hildan, hesabê Weysel Atilganê 9 salî û 103’ê cangoriyên din ên sala 2015’an di Gara Trenê ya Enqerê hatin qetilkirin, pirsîn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê ÎHD’ê Yunis Bagiş ve hate dayîn. Bagiş anî ziman ku Veysel Atilgan sibeha 10’ê Cotmehê piştî taştê destê bavê xwe girtiye û ji bo aştiyê derketiyê rê.   Bagiş, got: “Dema ku biçe rûyê xwîşkên xwe bişiriye, nîşana serkeftinê nîşan daye. Ev dîtina dawî ya  Zelal û Fatoş a birayê xwe Weyselê yekane bû. Dema destê wî di nava destê bavê wî de ye bombe diteqe. Weysel, Montê sor ê nû û saeta bi rengên zer û laciwert ên ku deh roj beriya vê bûyerê, di rojbûnê de jê re hatin, li xwe nekir . Wek ‘kevoka aştiyê’ çû li ber Gara Enqerê, lê wek qûrbanê herî biçûk ê qetlîamê, di dilan de cihê xwe çêkir.”