'Valaderxistina komployê ji ber xeta siyasî ya Abdullah Ocalan e ku bi ser ket'

Endamê MYK a HDP'ê Çengîz Çîçek diyar kir ku komploya 9'ê Cotmehê li dijî formula "Kurdistan a azad, Rojhilata Navîn a Demokratîk" a Abdullah Ocalan hatiye kirin û got ku Abdullah Ocalan têkoşîna azadiya Kurd kir malê gelan û wisa komplo pûç kir.

Endamê Komîteya Rêveber a Navendî (MYK) a HDP’ê Parêzer Cengîz Çîçek diyar kir ku komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li dijî formula Kurdistana azad, Rojhilata Navîn a demokratîk ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, pêkhatiye. Çîçek got, "Ji ber ku Ocalan rêya ku wê mêtingeriyê ber bi têkçûna dawî bibe ji zû ve diyar kiribû."

Çîçek diyar kir ku hikûmeta AKP/MHP'ê ji bo mayîna xwe bi şerê li dijî Kurdan hewl dide siyaset û civakê bixe destê xwe û got, "Şerê herî mezin jî li dijî Abdullah Ocalan yê li Îmraliyê birêve dibe. Rakirina "Polîtîkayên Îmraliyê yên Neteweyî" ku ji beriya pirsgirêka muxatabê ev nêzîkatî ji pirsgirêka Kurd re bû kaxeza Tûrnûsolê û bidawîkirina tecrîd û êşkenceya li ser Ocalan şertên herî kêm ên aştiya Kurd in.”

Endamê Endamê Komîteya Rêveber a HDP’ê Par. Cengîz Çîçek têkildarê salvegera rewandin û dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi komploya navneteweyî ya di sala 1998'an de ji ANF'ê re axivî.

LI DIJÎ PERGALA MÊTIGERIYÊ FORMULA 'KURDISTANA AZAD, ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATK'

Çîçek diyar kir ku Abdullah Ocalan pêşengiya têkoşîna hebûn û nebûna gelê Kurd kiriye û bi teza xwe ya "Kurdistan mêtingeh e" roleke dîrokî ya girîng girtiye ser xwe û wiha pêde çû, "Ev têkoşîna hebûnê encameke sînrdar bi Kurdên ku wî weke “Gelê ku ji gelbûyîna xwe hatiye dûrxistin" pênase dike dernexist holê. Ji ber ku Ocalan pir zû rê li ber têkçûna dawîn a mêtingeriyê diyar kir. Tevî ku ev rê ji aliykê têkoşîneke hişmendî, civakî, siyasî, îdeolojîk û rêxistinî li hember mêtingeriyê dixwest, ji aliyek din ve jî wê xwe dispart bingehek hevbeş a rizgariyê bi gelên Faris, Tirk û Ereb ku gelê Kurd ji hêla dîrokî, demografî û çandî ve bi wan re jiyaye. Komplo li dijî Ocalan, tevgera wî û gelê Kurd ber bi vê diyalektîka azadî/azadîxwaziyê ve hat kirin."

Parêzer bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her dem formula "Kurdistana Biçûk" a ku ji çareseriya pirsgirêkan zêdetir bêçaretiyê dihewîne, xeternak dîtiye û wiha got: "Xwendina wî ya dîrok, civak, siyaset û pergalê derxist holê ku astengiya herî mezin a li pêşiya azadiyên gelan rastiya desthilatdarî û dewletê ye. Kapîtalîzm û çerxa mêtingeriya wê bêyî çareserkirina diyardeya desthilat û dewletê nayê çareser kirin; her wiha wê yekîtiya gelan a li ser bingeha wekhevî, dadmendî, demokrasî û azadiyan tenê wê ji nivîs an gotinan pêk bê. Yên ku hewşiyan çêdikin û sînoran xêz dikin ne ji bo gel bi xwe ye, ji bo modernîteya kapîtalîst û modelên rêveberiya wê yên li ser bingeha desthilat û berhevkirina sermayeyê ne; wî bi berdewamî diyar kir ku ev xefika herî mezin e li pêş gel û gelê ku ew endamê wê ye. Sîstema mêtingeriyê ya kapîtalîst, emperyalîst ku xwe dispêre polîtîkaya perçekirin û dagirkirinê, bi formula Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk derket pêş.”

YA SERKET XETA SIYASÎ YA ABDULLAH ÖCALAN Bû

Çîçek bal kişand ku komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de destpê kir, îro jî weke tecrîda mutleq dewam dike û got: "Divê were zanîn ku di bingeha hewldanên paqijkirin û komploya li dijî Ocalan de ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de destpê kir û îro wek tecrîda Îmraliyê ya mutleq didome ev rastî weşartiye. Ocalan li hemberî bi dehan hewldanên êrîş, tasfiye û wêrankirinê  ne bi rêya xwe di hindurê xwe de hepskirinê, belkû tekoşîna azadiya Kurd kir malê gelan û bi pêşxistina tifaqa gelan û rêxistinan pûç kir. Di dawiyê de, bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk a li İmraliyê pêş xist, li dijî hewldanên komplo û tasfiyeyê dijberiyek dîrokî nîşan da. Li gorî paradîgmaya Neteweya Demokratîk, "Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Cîhanê" ya ku li dijî tifaqên qirêj ên dewletên mêtinger, hevgirtin, dîplomasî û rêveberiya xweseriya demokratîk a gelên bindest û nasnameyên li çar aliyên cîhanê dihesibîne, armanc kir.

Wî xeleka siyasî ya rêxistin û gelê xwe li vir bicîh kir. Welê ku ev hewldan di warê statûyê de şoreşa Azadiya Rojava û di çarçoveya demokrasî û azadiyê de Rêya Sêyemîn a HDK-HDP'ê kir vebijarkek. Dîsa, di wateyekî têgînî de, di mijarên weke jin, ekolojî, ked, desthilat, dewlet, şoreş, rizgariya neteweyî û sosyalîzmê de tevkariyeke cidî da têkoşîna civakî. Bi vî awayî, li hemberî danehevên îdeolojîk û çînî yên Modernîteya Kapîtalîst, bi danîna danehevên siyasî û civakî ya Modernîteya Demokratîk, bersiva herî bibandor û teqez da komployê. Di qonaxa heyî de, em tenê dikarin zindîbûna berxwedana azadiya Kurd a li pêşberî êrîşên bi armanca îmhaya rêxistinî û îdeolojîk a li ser Başûrê Kurdistanê, têkoşîn û destketiyên civakî yên li Tirkiyeyê û statuya li Rojava hatî bidest xistin, vebêjin. Wekî din, asta tevkariya tevgera gelê Kurd a di têkoşîna li dijî kapîtalîzmê ya cîhanî de rasterast bi vî karakterî re têkildar e. Di dawiyê de, tevî hemû rîsk, berdêl û êrîşên ku hîn jî di hundurê vebijarkan de ne, komplogeriya ku winda dike bûye xeta siyasî ya Ocalan ku bi ser dikeve. Dîsa, xeta berxwedana demokratîk-şoreşger û modela civaka wê ya komunal, demokratîk û îdeolojiya wê ya xwe dispêre paradîgmaya neteweya demokratîk a li dijî hegemoniya kapîtalîst û meylên wê yên faşîst, ji her demê zêdetir bûne nirxên têkoşîna gelan, baweriyan, jinan û kedkaran.”

PIRSA MUXATEBTÎ Û AKTORTÎ HATIYE DERBASKIRIN

Cengîz Çîçek diyar kir ku Pirsgirêka Kurd; her çiqasê çar perçeyên Kurdistanê, rastiya diyasporayê, pêdiviyên pêwîst ên van rastiyan û bi mekanîzm û nêzîkatiyan ve girêdayî xwesertî hebin jî, lê ev xwesertî nikarin bibin sedem ku ji mêyzandineke yekpare çareseriya pirsgirêka Kurd ya ku gihîştiye asta pirsgirêka Rojhilata Navîn û Cîhanê were dûrxistin, û wiha behsa pirsa muxatebtî ya demê dawî tê nîqaşkirin kir: “Xuya ye ku lêgerîna çareseriyê û destgirtineke yekpare ya xwesertiyan li ber çav digre mijareke nebe nabe ye. Ev neçarîbûn ji bo Tirkiyeya ku nifûsa wê ya herî zêde Kurd e, hîn girîngtir e. Bê guman, Tirkiye di warê kapasîteyê de hem ji hêla diyarbûyînê hem jî ji hêla diyarkirinê ve di rewşek krîtîk de ye. Tecrubeyan nîşan da ku bêyî pêşxistina perspektîfa Rojhilata Navîn û Cîhanê li Tirkiyeyê ne mumkun e ku mirov behsa aşitiyeke Kurd an jî çareseriyek bike. Polîtîkayên hikûmeta AKP/MHP'ê yên Îmraliyê, HDP, Rojava û Başûrê Kurdistanê vê yekê îspat dike. Ji bo tasfiyekirina tevgera Kurd a li Tirkiyeyê, rejîma qesrê Ocalan li Îmraliyê di ‘korîdora mirinê’ de dihêle, qirkirina siyasî li HDP'ê ferz dike, dixwaze şoreşa Rojava bifetisîne û hewl dide hêzên azadiyê yên Kurd ên li Başûr tasfiye bike. Berevajî vê yekê ev pêdiviya xwezaya tiştan e ku ger niyetê xwe weguherîne aşitiyê wê hişmendiya çareseriyê ya ku Ocalan, HDP, şoreşa Rojava û tevgera Kurd a li Başûr xwe bicih kirinî li berçav bigre, pêş bixe. Di rastiyê de, pêvajoyên çareseriyê yên Oslo û İmraliyê pêvajoyên ku bi dînamîk û aktorên ku me qal kirin û bi muxatebgirtina Ocalan re hatin pêşxistin. Ma em dikarin bifikirin ku ev pêvajoyên ku li ber çavên me diqewimin, qet çênebûne? Encam çi dibe bila bibe, her du serpêhatiyên dawîn ên pêvajoya çareseriyê di warê muxatabtiya Ocalan û aktor/dînamîkên çareseriyê de bendek derbas kirine û ji vir şûnde vegerandin çênabe. Lewma gelê Kurd, HDP û Tevgera Azadiyê ya Kurd derbarê nexşe rê û çareseriyê de xwedî hişmendiyeke zelal in û di rojeva wan de tiştek bi vî rengî tune ye. Yên serê wan di van mijaran de tevlihev e û pirsgirêkên muxatabtiyê dijîn partiyên pergalê, ligel hukûmet û mixalefeta wê ne. Ev rojev, rojeva wan e û bi bikaranîna pirsgirêka Kurd ya weke amûrekê ji bo şerê navxweyî yên desthilat, ya herî xerab bi gelên Tirkiye û Kurdistanê kirine. ”

Çîçek behsa rojeva siyaseta Tirkiyeyê kir û got, "Divê partiya muxalefetê ya sereke sedema têkçûna du pêvajoyên dawîn ên çareseriyê ne li muxatabbûyîna Ocalan, lê di pragmatîzma AKP'ê de bibîne ku hewl dide her tiştî bike amûrê avakirina hegemoniya xwe. Ocalan yekem kes bû ku ev taybetmendiya AKP’ê kifş kir. Di hevdîtinên bi wî re de, wî gelek caran bal kişandibû ser tehlûkeya ku AKP pêvajoya çareseriyê bike amûrek ji bo pêşxistina hegemonyaya xwe. Ji ber hem analîzên AKP'ê û hem jî şert û mercên objektîf ên pirsgirêka Kurd, Ocalan gelek caran destnîşan kir ku divê xebat û muzakereyên ji bo çareseriyê bi rengekî qanûnî bên ewlekirin, bikevin meclîsê û rêxistinên sivîl jî weke sêyemîn çav. Li hember vê yekê, AKP hewl da ku piraniya pêvajoyê nefermî, li ser bingehek korsanî, ji ewlehiya dadwerî û tevlêbûna civaka sivîl dûr bixe. Ger di wan pêvajoyan de verastkirinên qanûnî hatin kirin, komîteyek ji mirovên aqilmend hate damezrandin, peyamên vekirî ji raya giştî re hatin dayîn, ev hemû bi zextên Ocalan pêk hatin. Ruxmê ku ev rastiyane li holê ne, fatûreya pêvajoyê ne li ser AKP’ê, lê di mijara muxatabtiyê de bê ka rewa ye an na de kilît kirin, ew ê mîna AKP’ê bibe xizmetkirina bê çareseriyê.”

‘ERK DIKEVE SER MILÊ SIYASETA DEMOKRATÎK Û MUXALEFETA CIVAKÎ’

Endamê MYK ya HDP’ê Parêzer Cengîz Çîçek destnîşan kir ku desthilata AKP/MHP’ê ji bo man û nemana xwe li ser şerê Kurdan dixwaze siyaset û civakê teslîm bigire û anî ziman ku şerê herî mezin jî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin.

Çîçek bal kişand ser çareseriyê û got: “Dema ku desteka civakê ya ji bo çareseriyê li ber çavan bê girtin, civak di warê aqilê çareserî, ferast û cesaretê de li pêşiya saziya siyasetê ye. Ji ber vê yekê karê siyasetê ne manîpûlekirina rastiyê ye, divê bigihêje vê asta civakê. Ji bo vê muxatabiya Ocalan xwedî girîngiyek devjê nevegere. Di mijara muxatabiyê de, dîsa nêzîkatiya li pirsa Kurd, dawîbûna tecrîd û êşkenceya li ser Ocalan, yek ji mercên herî asgarî ye. Ji bo wê ji bo bicihanîna vê mercê asgarî erk dikeve ser milê siyaseta demokratîk û muxalefeta civakî. Ya dimîne aştiya ku roj bi roj di himêza gelên Kurdisan û Tirkiye de mezin dibe, bi zanabûn û baweriya demokrasî û azadiyê wê pêk bê.”