Parêzerên OHD’î nerazîbûn nîşanî Feyzîoglû yê nîjatperest da
Şaxa OHD’ê ya Amedê derbarê Serokê TBB’ê Metîn Feyzîoglû yê li dijî Kurdî daxuyanî da, gilî kir.
Şaxa OHD’ê ya Amedê derbarê Serokê TBB’ê Metîn Feyzîoglû yê li dijî Kurdî daxuyanî da, gilî kir.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê, derbarê gotinên nîjadperest ên Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Metîn Feyzîoglû, yên di bernameyeke televîzyonê ya li ser Kurdî de, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê û Feyzîoglû şermezar kir. Endam û rêveberên HDP’ê, MED-DER’ê, Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker û endamên OHD'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya Kurdî Prz. Mûhîttîn Mûgûç ya tirkî jî parêzer Ozum Vurgun xwend.
Mûgûç, bi bîr xist ku Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Prz Metîn Feyzîoglu di 2’yê Cotmeha 2021’an de bû mêvanê bernameya “Dipirsim” (Soruyorum) a Amed Radyo û TV’yê û wiha got: “Li ser hinek pirsên pêşkeşvanan, Feyzîoglu bersivên wiha dan ‘Di hêla fermiyetê de cotzimanî nabe ji ber ku rê li ber xetereya parçebûnê vedike’ û ‘Ez ne li gel cotzimaniya di fermiyetê de me.’ Ji bo tabelayên bi Kurdî jî wiha got ‘Ger ku bingeheke wan ê fermî hebin, fermo nîşanî min bidin, Kurd, bi zimanê Tirkî dizanin lê sûriyeyî nizanin.’ Bi van gotinên xwe, qedexeya cihêkariyê raste rast binpê kir.”
Mûgûç destnîşan kir ku Feyzîoglû peymanên navnetewî binpêkirine û wiha berdewam kir: “Di Xala 37’emîn a Belgeya Kopenhagê de berovajî gotinên Feyzîoglu, têkildarî maf û pirzimaniyê de, yekparetiya xaka dewletan hatiye mîsogerkirin. Di vê belgeyê de tê diyarkirin ku pirzimanî ji bo dewletan êrişek nîne. Berevajî êrişê, di welatiyan de aîdiyetê xurtir dike û ji ber ku gelan azad dike, di heman demê de xizmeta yekparetiyê dike.”
Mûgûç, bi lêv kir ku li saziya Feyzîoglû serokatiya wê dike, gelek parezer hene ku bawerî, ziman, nêrîn û şêweyên wan ên jiyanê cuda ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em van fikrên li dijî hiqûqa gerdûnî ku sepanên yekperest, cihêkar û qedexeker diparêze, red dikin û gotinên ku yekitî û yekparetiyê tune dikin jî qebûl nakin. Em dîsa dibêjin ku ji bo hemû zimanên dayikê li Tirkiyeyê bi qanûnan û makeqanûnê bên mîsogerkirin, dê têkoşîna me berdewam bike. Em ji raya giştî re radigihînin ku Metîn Feyzîoglû sûcê cihêkariyê kiriye û em serlêdana sûc dikin.”
Mûgûç, da zanîn ku fikrên nêzî desthilatdariyê yên Feyzîoglû yê serokatiya yekîtiya baroyan dike red dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jî endamên vê baroyê ne. Diviya bû ev kes li gorî berpirsyariyên peywira xwe tevbigeriya û bêalî mabûya. Lê wî bêalîtî binpê kiriye. Em bang li vî kesî dikin ku li gorî pîvanên etîk û exlaqê tevbigere û dev ji peywira xwe berde.”