Li Girtîgeha Tekîrdagê gardiyanan êşkence li girtiyan kirin

Bi dehan girtiyên ku ji girtîgeha Kirikkaleyê sewqî Tekîrdagê hatin kirin, rastî êşkenceya gardiyanan hatin.

Li gorî agahiyên ku hatine stendin ji 3’ê Cotmehê  û heta niha ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê herî kêm 100 girtî bi darê zorê sewqî girtîgehên din hatine kirin.

Li girtîgehan lêgerîna bi tazîtî li ser girtiyan hate ferzkirin, girtiyên li dijî vî tiştî derketin jî şîddet li wan hate kirin.

Hate ragihandin di 3’ê Cotmehê de dema ku Fatîh Kaplan, Fîkret Aslan, Mesût Eren û Bulent Ozcan, di 4’ê Cotmehê de Huseyîn Bektaş, Kenan Çîçek, Îsrafîl Aras û Mehmet Develî dema ku hatine sewqkirin  di têkêtina Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de lêgerîna tazîtî li ser wan hate ferzkirin. Hate ragihandin ji ber ku girtî li hemberî vî tiştî derketine, girtî birine odeyeke ku kamera lê tune û êşkence li girtiyan hatiye kirin.

Huseyîn Bektaş telefonî malbata xwe kir û diyar kir girtiyên ku şîddet li wan hatine kirin du roj şûnde derxistine revîrê.

Bektaş diyar kir ku ligel ku wî xwestiye jî bijîşkê revîrê rapora derbkirinê û rêveberiya girtîgehê jî nivîn, lihêf û betanî nedane wî.