ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tevî ku cezayê wî qediyaye nayê berdan
Tevî ku 30 sal cezayê girtîgehê yê li girtiyê nexweş Fîkret Guzelaydin (69) hatiye birîn xelas bûye jî nayê berdan. -
'Divê demildest Silêman Ehmed bê berdan' - NÛ BÛ
Komek rojnamevan, hîndekar, aktîvîst û parêzerên Kurd ji bo serbestberdana edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ê ku ji aliyê Asayîşa Giştî ya Dihokê ve hatiye binçavkirin û zêdetirî 2 meh in agahî jê nayê girtin, daxuyaniyek weşand. -
Parêzer Bîlmez: Heke hiqûq hebe bila pêşî li Îmraliyê pêk were
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku li Îmraliyê zordestî ketiye dewsa hiqûqê û wiha got: “Kesên ku tecrîda li ser muwekîlê me Abdullah Ocalan tê meşandin nabînin û nabe qala hiqûqê bikin, durûtî ye." -
ROJEVA 6’Ê ÇILEYA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrne û Kandirayê kirin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan serdana Girtîgeha Edîrne û Kandirayê kirin û gotin: “Me der barê stratejiyên xwe yên li ser pirsgirêka Kurd, grevên birçîbûnê û hilbijartinên xwecihî de danûstendin kir." -
Nobetên Aştiyê yên ÎHD'ê: Bi sûcên xwe re hevrû bibin
ÎHD’yê li gelek bajaran Nobeta Aştiyê li dar xist, diyar kir ku divê dewleta Tirk li sûcên xwe hevrû were. -
Li pêşiya edliyeyan nobetên 'erdhejê'
Ji bo kesên ku berpirsyariya xwe di mirina mirovan de ya dema erdhejê heye bêne darizandin, li ber edliyeyan daxuyanî hatin dayin. -
34 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nîne: Serlêdana hevdîtinê hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ku 34 meh in agahî ji wan nayê wergirtin, serlêdana hevdîtinê hate kirin. -
Êrişên dewleta Tirk li ber bêdengiya civaka navneteweyî dewam dikin
Dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan, binpêkirinên xwe yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dewam dike. Ev reftarên ku hemû rêgezên hiqûqa navneteweyî binpê dikin, bi bêdengiyê re rû bi rû maye. -
Qeyûm navê 'serokeşîran' li kolanan kir
Qeyûmên ku ji sala 2016'an û vir ve dest danîne ser Şaredariya Elbakê, navê hin kesê ku îdîa dike serokeşîr e, li hin kuçe û kolanan kir. -
ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Endamên Zafer Partiyê xwestin ciwanekî Kurd bikujin
Xwendekarê Kurd ê Elewî yê ku li Zanîngeha Koç a Stenbolê bi dixwîne, ji aliyê xwendekarên Zafer Partiyê yên ku di odeyekê de ddimînin, rastî êrîşa nîjadperest hat ûhewl dan wî bikujin. -
Demîrtaş: Dewlet MHP ye, hevkarê wê yê biçûk AKP ye
Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku AKP-MHP û Ergenekonê piştî serkeftina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de tifaqa xwe ava kirin û got, "Dewlet niha MHP ye. Niha MHP desthilatdar e.” -
Piştî 30 salan tahliye bû: Divê em berxwedanê geştir bikin
Mehmet Îldem ê ku piştî 30 salan tahliye bû, diyar kir ku azadî bi têkoşînê pêkan e û got, “Divê em li hundir û derve berxwedanê geştir bikin.” -
Nobetên Edaletê dewam dikin: Abdullah Ocalan nûnerê 40 mîlyon Kurdan e
Çalakvanên Nobeta Edaletê, destnîşan kirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û gotin, “Abdullah Ocalan nûnerê 40 mîlyon Kurdan e.” -
Tehliyekirina girtiyê bi navê Mak cara 2’yemîne hat astengkirin
Tehliyekirina girtiyê bi navê Mûstafa Mak piştî 6 mehan cara 2’yemîn hat astengkirin. ÎGK’ê îdîa kir ku “têgehiştin û sergehiştina hikûmxwarî ya Mak kêm e.” -
Têkildarî 9 wekîlan fezleke pêşkêşî meclîsê hate kirin
Fezlekeyên têkildarî 9 wekîlên DEM Partî, CHP û TÎP'ê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hatin kirin. -
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdaneke nû kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin ku ev demeke dirêj e tu agahî jê nayê stendin. -
Meha Kanûnê 154 karker mirin
ÎSÎG'ê ragihand ku meha Kanûnê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 154 karker li ser kar mirin. -
Nameya Çîftçî ya 'sansurkirî' ji Îmraliyê re hate şandin
Nameya girtiyekî ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû nivîsandin, lê bi hinceta 'bi fikar e' hatibû desteserkirin, bi şertê ku hin hevok bêne jêbirin, hate şandin. -
Rapora 2023: 280 rojnamevan hatin darizandin, 57 rojnamevan girtî ne
Li gorî rapora DFG'ê ya sala 2023'an, 280 rojnamevan hatin darizandin, 57 rojnamevan jî girtî ne. -
HBDH: Em ê îsal jî hesab bipirsin, şer bikin û bi ser bikevin
HBDH'ê ragihand ku di sala 2023'an de milîsên wan 160 çalakî kirine û destnîşan kir ku sala 2024'an wê bibe sala serketinê. -
ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Pêşhilbijartinên DEM Partiyê di 13-14'ê Çileyê wê pêk bên
Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di civînê biryar girt ku pêşhilbijartinên ji bo diyarkirina namzetên hilbijartinên herêmî wê di navbera 13-14'ê Çileyê de pêk bên. -
Dayikên Aştiyê: Heta ku tecrîd tê rakirin, em ê çalakiya xwe bidomînin
Dayikên Aştiyê tevlî Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bûn û gotin: “Heta ku tecrîda li ser Rêbertiya me û zarokên me tê rakirin, em ê çalakiya xwe bidomînin.”